Şaredariya Giyadînê bênavber dixebite 2020-06-03 09:07:04 AGIRÎ - Şaredariya Giyadînê ku tevî hemû astengî û texrîbata ku berê qeyûm çêkiribû, dîsa jî ji çandina daran bigire heya çalakiyên çandî û civakiyî gelek xebat kirine û her wiha di nêz de wê projeya rawestgeha jinê û li bazarê refên mor pêk bîne.  HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de li navçeya Giyadîn a Agiriyê bi 56 hezar û 82 dengan bi ser ketibû şaredarî ji dest qeyûm derxistibû. Rêveberiya HDP'î gava dest bi kar kir 10 milyon TL deynê şaredariyê hebû û ji ber van deynan ji sedî 60'ê pereyê ji şaredariyê re tê tê birîn. Lê ligel ev qas astengî û texrîbatên qeyûm dîsa jî heya niha şaredariyê gelek xebat kirine.    Hevşaredara Betul Yaşar, anî ziman ku karê wan ê ewil ew bû ku texrîbata ku qeyûm çêkiribû ji holê rabikin û got, wan pêşî koncalên li navenda çarşiyê girtine û çopên li ser hev du lod bibûn paqij kirine. Yaşar, diyar kir ku li navenda navçeyê 50 hezar metrekare kevirên parkeyî bi cih kirine û got: "Ji bo em pirsgirêka çopê hel bikin, me û hevşaredrên Îdirê pev re xebatek kir. Di çarçoveya projeyê de divê dest bi avakirina girê çopê û peydakirina wesayîta çopê bê kirin. Lê belê ji ber ku qeyûm tayinî Şaredariya Îdirê hatiye kirin, em nizanin wê ev mesele çawa be. Ev proje, biryara meclîsê ye. Heqê îhaleyê hatiye dayîn. Wê xebatên me yên ji bo vê bidomin."    RAWESTGEHA JINA Û REFÊN MOR    Yaşar, diyar kir ku di warê çandî de jî gelek tişt kirine û got, rojên dengbêjan, şanoya zarokan a bi kurdî li dar xistine. Yaşar, anî ziman ku di warê aborî de piştgirî li qulûba sproê ya navçeyê kirine û cara ewil li navçeyê çalakiya bi navê "Ji şideta li ser jinê re na" hatiye lidarxistin. Yaşar, bilêv kir ku eleqeyeke baş ji bo çalakiya jinan hebûye û got, wê yeko yeko çalakiyên ji bo jinan li dar bixin. Yaşar, got:" Em ê îsal projeyên xwe yên ji bo jinan yeko yeko li dar bixin. Projeya me ya ewil em ê ji bo jinan bi taybetî jî ji bo jinên ji gund tên bajêr Rawestgeha Jinan çêbikin ku karibin lê wextê xwe derbas bikin. Em ê heya 15'ê mehê temelê wê çêbikin. Wê bi vê projeyê re jinên ji gundan tên pir rihet bibin. Ji bo bazarê jeî me îhaleya cih çêkiriye. Wê di vê bazarê de ji bo jinan refên mor hebin. Wê jin karibin heqê keda xwe bi dest bixin."    Her wiha Yaşar, destnîşan kir ku di dema şewbê de ji saziyên fermî bigire heya kargeh û esnafan dezenfekte kirine û di çarçoveya Kampanyaya Xwişk û Bira de jî 20 malbat gihane malbatên xwe yên xwişk û bira.    NÎVIYÊ ZÊDETIR TÊ BIRÎN    Hevşaredar Evren Demîr jî anî ziman ku ji ber deynên qeyûm li ser gelek mal û milkên şaredariyê hecz heye. Demîr, anî ziman ku ji bo wesayîtên şaredariyê yên nedişixulîn 400 hezar TL heqê tamîrê dane û got, emniyet her roj du roj ceza li wesayîtên şaredariyê dibire û kemçeyek wan mehekê li bahçê emniyetê hatiye sekinandin. Demîr, destnîşan kir ku ligel ev qas texrîbat û astengiyan jî tim û tim xizmeta gel dikin. Demîr, da zanîn ku di nav salekê de 13 hezar metrelkare asfalt çêkirine, li du taxan mala şînê çêkirine, li têketina navçeyê li her du aliyên rê dar çandine û got: "Me ji bo texsîvana rawestgehek çêkir. Vê mehê ji milyonek pereyê ku ji Bankeya Îllerê tê şandin 600 hezar TL hatiye birîn. Loma tenê me karibû heqê xebatkaran bide. Ji roja em hatine ser kar heya niha me 3 milyon deyn daye."    MA / Dîndar Karataş