Îdiayên ku Bekir Kaya dan girtin pûç bûn 2020-06-03 09:07:05 WAN - Lêpirsîna ku bi îdiaya "Bi talîmata PKK'ê araziyên cemaweriyê kirine qada hêşîn, rêxistin sûdê ji şaredariyê digire" der barê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Berê Bekîr Kaya û endamên Komîsyona Îmarê de hatibû destpêkirin betal bû.    Sûcên ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekîr Kaya ku girtiye û 8 sal ceza lê hatiye birîn, yeko yeko xera dibin. Yek ji îdiayên ku Kaya pê dihat sûcdarkirin jî "Bi talîmata PKK'ê araziyên cemaweriyê kirine qada hêşîn, rêxistin sûdê ji şaredariyê digire" bû. Ji ber vê îdiayê der barê Kaya û endamên Komîsyona Îmarê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Her wiha ev sûc bûbû sedem ku Kaya ji peywirê bê girtin û gava Kaya bi vê îdiayê hatibû sûcdarkirin çapemeniya îqtidarê jî manşetên wekî "Şaredariya HDP'î pereyan dişîne Qendîlê." li dû hev rêz kiribûn. Piştî van îdiayan û nûçeyan, Wezareta Karên Navxweyî jî ji bo ev tişt bên lêkolînkirin mufetîş peywirdar kiribûn. Her wiha dozgeriyê jî der barê van îdiayan de ji Hevşaredar Kaya û endamên Komîsyona Îmarê Cahît Bozbay, Giyasettîn Gultepe û Ayşan Harmanci parastin xwestibû. Piştî parastinan Wezareta Karên Navxweyî jî der barê îdiayên navbirî de ji emniyet û dozgeriyê agahî xwestibûn.   Li ser vê hem dozgeriyê hem jî emniyetê rapor ji wezaretê re şandine û di raporên xwe de diyar kirine ku der barê îdiayên navbirî de tu delîl bi dest nexistine. Piştî vê raporê Wezareta Karên Navxweyî jî ji bo îdiayên ku Kaya û endamên Komîsyona Îmraê pê tên sûcdarkirin biryar da ku îdiayên kesên navbirî pêt ên sûcdarakirin ne rast in û nehişt lêpirsîn bê kirin.    70 KES BI VAN ÎDIAYAN TÊN DARIZANDIN      Serokwekîlê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê wê demê û endamê Komîsyona Îmarê Cahît Bozbay, got: "Em dizanin girtina Bekir Kaya, tayinkirina qeyûm, dozên hatine kirin hemû pûç in û dijî hiqûqê ne. Kesên der barê me de manşet li ser manşetê dan û gotin 'Pereyan ji Qendîlê re dişînin' bawer im niha dibînin ku ev tiştekî çi qas bêhiqûqî bûye. Ev doz betal bû, lê hê jî 70 endamên meclîsê ji ber heman tiştî li Dadgeha Cezayê Asliye ya 6'an a Wanê tên darizandin. Ev jî belgeya van dozan e ku dozên hatine kirin bê çi qas bêhiqûqî ne. Ev belge carek din nîşan da ku bê Bekir Kaya û endamên meclîsê bi bêhiqûqîtiyeke çawa re rû bi rû mane."