OHD: Li Licê 250 gor hatine rûxandin 2020-06-03 09:27:59 AMED – Rêberê Şaxa OHD’ê ya Amedê Parêzer Bawer Mizrak diyar kir ku li Goristana Sîsê 250 gor hatine rûxandin û êrişan wek “hiqûqa dijminiyê” pênase kir. OHD dê têkildarî êrişan serî li saziyên navnetewî bidin. Şandeyek Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Amedê çû serdana Goristana Sîsê ya navçeya Licê ya Amedê ku hatibû rûxandin û lêkolînan pêk anî. Şandeya OHD’ê derbarê rûxandina goran de raporek amade kir. Rêveberê OHD’ê Parêzer Bawer Mizrak têkildarî lêkolînên pêk anîne axivî.   ‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ YE’   Mizrak êrişên li dijî goristanan wek “nîşaneya hiqûqa dijminiya li ser kurdan” nirxand û got: “Di çend mehên dawî de li ser cenaze û goristanan êrişên pir cidî tên kirin. Cenazeyên Şêx Seîd û Seyîd Riza hêj nayên zanîn li ku ye. Tişta ku tînin serê cenazeyan, goran û goristanan hiqûqa dijminatiyê ye. Êrişên li ser goristanan nemaze piştî bi dawî kirina pêvajoya çareseriyê zêde bûne. Me tespît kir ku li Licê, li Farqînê, li Erdîşê, li Geverê, li Çewligê, li Heskîfê li dijî goristanan êrişên tund hatine kirin. Wisa xuya dike dibe ku cihên hêj agahiyên me jê tune bin û me tespît nekiribe jî ew cih jî bi êrişan re rû bi rû mane.”   ‘FERMANÊ DIDIN MALBATAN’   Mizrak anî ziman ku li Farqînê ji emniyet û qereqolê bang li malbatan dikin û dema malbat diçin gel wan heqaret li wan dikin û gefa li wan dixwin. Mizrak da zanîn ku qereqol fermana hilweşandina goran dide malbatan û got: “Heke malbat nekin wan binçav dikin û gefê li wan dixwin. Em lê dinêrin ku dozgeriyan derbarê xwediyê goran de lêpirsîn daye destpêkirin. Qaşo li gorî rêziknameyê lêpirsîn vedikin, lê dema em li rêziknameyê dinêrin tiştek wiha nîne.”   250 GOR HAT HATINE RÛXANDIN   Mizrak diyar kir ku li Goristana Sîsê ya Licê herî dawî di 29’ê gulanê de li dijî goran êriş pêk hatiye û wiha got: “Em çûn wir me lêkolîn pêk anî. Ev goristan di serdema pêvajoya çareseriyê de hat çêkirin. Li vê goristanê nêzî 250 cenaze hene. Piştî pêvajoya çareseriyê hat qedandin, ev goristan salê carek an jî du car tê rûxandin. Li gorî agahiyên malbatan da me, piştî her operasyonê esker diçin goran rûdixînin. Lê div ê lêkolîna me ya dawî de me dît ku 250 gor hatine rûxandin û me viya tespît kir.”   DÊ SERÎ LI QADA NAVNETEWÎ BIDIN   Mizrak destnîşan kir ku ew ji bo serlêdanên malbatan amade ne û bang li rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hemû aliyan kir ku ji bo dawî li van sepanan bînin piştgiriyê bidin wan. Mizrak got ew ê bibin şopdarê mijarê û dê di dema pêşiya wan de ji bo rûxandin û êrişên li ser goristanan serî li sazî û rêxistinên nanveteweyî bidin.