Ji Walîtiyê daxuyaniya ‘îşkenceyê’: Kuçik refleks nîşan daye 2020-06-03 14:25:19   AMED – Walîtiya Amedê ragihand ku wan derbarê îşkenceya kuçikên polîsan ku li malbata Yilmaz kiriye lêpirsîn daye destpêkirin û îdia kir ku xwediyê malê Şêyhmûs Yilmaz pihîn li kuçikê daye û li ser vê yekê kuçik jî “refleks” nîşan daye.   Walîtiya Amedê têkildarî serdegirtina polîsan li gel kuçikan a bi ser mala Şêyhûm Yilmaz û Menîce Yilmaz ên hevjînên hev de girtiye û bi kuçikan ku îşkence li ferdên malbatê kirine daxuyanî da. Walîtiyê îdia kir ku Şêyhmûs Yilmaz di kêliya serdegirtina malê de pihîn li kuçikê operasyonê daye û kuçik jî êrişî wî kiriye. Walîtiyê ragihand ku li ser gilîkirina malbata Yilmaz ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Walîtiyê îdia kir ku ji ber xwediyê malê Şêyhmûs Yilmaz pihîn li kuçikê daye û li ser vê yekê kuçik jî “refleks” nîşan daye.