Hêzên Rejîma Îranê kolberek din kuşt 2020-06-03 14:45:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Rejîma Îranê êrîşê komek kolber kir û kolberek kuşt. Di Gulanê de jî 16 kuştibûn.    Li gorî nûçeya Kolbernewsê, şevê din li ser sînorê bajarê Çaldiran ê girêdayî Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê êrîşê komek kolber kirin. Heman çavkaniyê ragihand ku di encama êrîşa hêzên Rejîma Îranê de kolber Secad Dalayî Mîlan yê xelkê gundê Mescid Luî, jiyana xwe ji dest da. Di meha Gulanê de 16 kolber ji aliyê hêzên Rejîma Îranê ve hatibûn kuştin. Li gorî  amarên ku Rojnews’ê bi rêya Kolbernews û çavkaniyên herêmî komkirî, ji destpêka meha Gulanê heta 31'ê Gulanê 16 kolber û karker li ser sinorên Rojhilatê  Kurdistanê ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hatin kuştin. Di êrişan de 20 kolber jî birîndar bûn.    Li gorî amaran 11 kolber bi guleyên rasterast ên rejîma Îranê  hatine kuştin û 20 kolber jî birîndar bûne. Kolberek di dema kolbertiyê de kete avê û xeniqî û kolberek jî ji çiya ket xwarê û jiyana xwe  ji destda. Li gorî  heman amaran kasibkarek dema li Kirmanşan bi gumana ku barê qeçax ve diguhêze ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hate gulebarankirin, di encama gulebaranê de wesayît qelibî û kasibkarek jiyana xwe  ji destda. Di êrişek din ya bi heman awayî de li Qaîm Şehr yê dikeve Bakurê Îranê kasibkarek Kurd jiyana xwe ji dest dabû.