Meclîsa Ciwanan: Hikûmeta desthilatdar polîtîkayên îmha û înkara Kurdî didomîne 2020-06-03 17:18:39   WAN - Meclîsa Ciwanên HDP'ê, kuştina ciwanê Kurd Bariş Çakan û êrîşên li dijî ziman û çanda Kurdî bi tundî şermezar kir û got: "Hikumet û desthilatdar li dijî Kurdî polîtîkayên imha û înkar bi tundî berdevam bike. Berpirsiyarê hemû nebayiya di nava civakê de AKP bi xwe ye."    Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, kuştina ciwanê Kurd Bariş Çakan û êrîşên li ser ziman û çanda Kurdî bi daxuyaniyekê şermezar kir. Ciwanan di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî yekîtiya netewî” berz kirin û dowîzên “Zimanê me hebûna me ye”, “Nijadperestî virusa herî mezin e” û “ev tundî berhemê we ye" bilind kirin. Koma ciwanan ku di navde Parlamenter, endam û rêveberên HDP'ê jî hebûn ji avahiya HDP'ê ya Wanê derketin û berê xwe dan Kolana Hunerê ya Wanê. Lê polisan pêşiya ciwanan girt û destûr nedan ku bimeşin. Demekê di nava polîsan û ciwanan de hiqaş derket.    POLÎSAN DESTÛR NEDA XEBATKARÊN ÇAPEMENIYÊ DÎMEN BIKIŞÎNIN   Dema polîs û ciwanan niqaş dikirin û xebatkarên çapemeniyê nûçe dişopandin, polîsan mudaxaleyî xebatkarên çapemeniyê jî kir û destûr neda ku dîmen û wêneyan bikişînin. Polîsan îdea kirin ku ferman heye ku xebatkarên çapemeniyê dîmen û wêneyan nekişîne. Polîsan biryara Walîtiyê ku 3 salin qedexe dike hincet nîşan da û destûr neda ku çalakiyê li dar bixin. Polîsan îdîa kirin ku karta rojnamegeran a TGS'ê derbas nabe û diyar kirin ku ji xeynî Karta Çapemeniyê ya Serokwezîrtiyê tu qartên din qebûl nakin. Parlamenterê HDP'ê Murat Sarısaç, bertek nîşan da û got: "Hûn dibêjin çapemenî azad e. Lê vay li ber çava ye ku çapemenî ne azad e. Ciwanan piştî niqaşê li ber avahiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Wanê Ferhat Azan, daxuyanî bi Kurdî xwend. Azan wiha got: AKP-MHP Polîtîkayên nîjadperest faşîst li ser dîroka Kurd zimanê Kurd bi hemû dijwartîya xwe berdevam dike. Edî tê xwîyakirin ku sîyaseta tê meşandin tinekirina gelê Kurd zimanê Kurd e. Polîtîkayên faşîst nîjadperest li hemberî îrada gelê Kurd bi hemû nebaşiyên xwe vê nîşanê me dide."    'FAŞÎZM LI DIJÎ XWEZAYÊ TALÛKE Û SÛCEKÎ MEZIN E'    Azan, anî ziman ku faşîzim û nîjadperstî ne nexweşîyekê rûhîye li dijî mirovahîyê li dijî xwezayê talûke û sûcê mezin e û wiha got: "Bi taybetî polîsên AKP dema dawî polîtîkayên xwe yên zilm û zordarîyê zêde kirîye. Êdî komên nîjadperest û şovenîst xistîye devrê û li pêş çavan eşkere ciwanên Kurd qetil dikin. Polîs Wek parestvanên pîroz ê faşîzmê û kapîtalizmê bi taybetî li taxên kurdîstan ê de zilm û zordarîya xwe li ser ciwan û zarokên kurd û li ser herkesî wek armanc bi kar tîne û vî helwesta xwe meşrû dike. Li hemberî gelan bi hemû hêza xwe êrîşekê bê wate dide meşandin û tû pirsgrek di virde nabîne. Demê pêşte li Sakarya bav û kûrê xwe ji ber kû kurdî axivîn komên nîjadperest êrîşî wan kirin û bi destê wan bav Kadîr Sakçî hat qetilkirin kûrê wîyê 16 salî giran hat brîndarkirin piştî van êrîşan li hemberî gelê kûrd zimanê kurd êrîş berdevam dikir kû en dawî li Ankara navça Etîmeskut li taxa Alsancak êvarê saet 22:30’de bi aslê xwe ji Agirî patnos’ê 20 salî Bariş çakan ji ber kû sitranên kurdî guhdar dikir bi destê komên faşîst û nîjadperest ve bi kêrê hat qetilkirin. Lê mixabin devlet wek hertim dixwaze li ser vî mijarî derbas bike û bigre . Rewşa devlet ewe kû wek em ji dîrokê de dizanin ji ber kû kes li hemberî wî dernekeve dixwaze ser van mijara bigre."    Azan, anî ziman ku hikumet û desthilatdar li dijî Zimanê Kurdî polîtîkayên xwe ye îmha û înkar bi tundî berdevam bike û wiha bi dawî kir: "Li her tax û kolanêtre n kurdîstanê de Hemû çeteyên xwe taybetî ji bo qetilkirina ciwanan amade kiriye. Em wek meclîsa ciwanên HDP ê dibêjin kû hikûmeta faşîst Akp bi polîtîkayên faşîst û nîjadperestî daye meşandin û nebaşîyên kû di nav civakê de belav bûye sûçdarê wî ew ta bi xwe ye"