ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-04 09:00:07 * Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bike, ji 2011'an heta niha 962 caran serî li dozgeriyê dan, lê tenê 5 caran daxwaza wan hat qebûlkirin û hevdîtin kirin. Parêzerê Ocalan Rêzan Sarica, diyar kir ku pergala tecrîda Îmraliyê maf û azadiyan nas nake û ev îhlala binpêkirinê her ku diçe zêde didome.   * Hevserokê HDP'a Navçeya Licê Yûsûf Peker êrîşên goristanan şermezar kir û anî ziman ku êrîş tarzê Mûaviye û Yezîd e û got: “Ji bo çand, ziman û gelê Kurt tune bikin, êrîşî goran dikin. Di 2015'an de jî mizgeft xera kiribûn."    * Li Kerboranê di şikeftekê de goreke komî hatibû dîtin. Ev yek ji bo gelek xizmên windayan bû cihê hêviyê. Yek ji van kesan jî Mehmet Alî Atûg bû ku di sala 1995'an de bavê wî û hinek xizmên wî hatibûn windakirin. Atûg, anî ziman ku 25 sal in neçûye goristanê û got: "Heger em hestiyên xwe bibînin wê gorek me çêbibe, em ê biçin ser û duayan bikin."    * Endama Komîsyona Çandiniyê ya Meclîsê Parlementera HDP'ê Ayşe Surucu, diyar kir ku ji ber qutkirina ceryanê cotkar pir mexdûr dibin û got: "Îqtidar ji bo pêkanînên DEDAŞ'ê yên li herêmê xwe li kerîtî û korîtiyê datîne."   * Cotkarên li gundê Buhêrkê yê Artûklûyê ku bi çandiniyê hem pêdiviyên xwe peyda dikin hem jî debara xwe dikin, diyar kirin ku bi çandiniyê bêhna wan dertê.    * Karkerên çandiniyê yên di şert û mercên zehmet de dişixulin, bi şewba coronayê re şertên wan girantir bûne.    * Parlementerê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî, êrîşên li ser HDP'ê nirxandin û ji bo daxuyaniya Waliyê Êlihê ku gotibû "qaşo hevserok" got: "Ji niha û pê ve em ê jî bêjin qaşo qeyûm, qaşo walî."    * Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ÎHD'ê Rehşan Bataray, destnîşan kir ku ji sala 2016'an ve îşkence zêde bûye û got, ji ber "bêcezatiyê" kesên îşkenceyê dikin êdî natirsin ku nasnameya wan bê aşkerekirin.    * Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê û aborîzan Sezaî Temellî, diyar kir ku rewşa krîzê ya di aboriyê de, mîna tundiya aboriyê bandorê li civakî kir û got: “Ev tundî, li bajarên kurdan qat bi qat zêdetir bû. Li bajarên kurdan tundiya aboriyê mîna ‘Stratejiya şerê taybet’ tê bikaranîn.”   * Pêşketinên derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de wê bên şopandin.   * ÎHD, TÎHV û Baroya Amedê, rapora derbarê bûyerên îşkenceya li bajêr rû didin de amede kirin, wê li avahiya alîkariya edlî ya baroyê ji raya giştî re aşkere  bikin. (11.00)   * Meşa ku BTS’ê ya li 4 bajaran ji dijî sîrgûnkirina endamên xwe da bû dest pê kirin, wê bi dayîna daxuyaniya li ber avahiya Miduriyeta Giştî ya TCDD’ê bi dawî bike. (11.30)   * ÎHD, OHD, MED, TUHADFED û ÇHD, rapora derbarê binpêkirinên mafan û grevên birçîbûnê yên li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê de amade kirin, wê li Navenda Giştî ya ÎHD’ê ji raya giştî re aşkere bikin. (12.00)   * Jin Bi Hevre Bi Hêzin, wê li Karşiyaka ya Îzmîrê  derbarê îstîsmarkirina zarokan de daxuyanî bide çapemeniyê. (19.00)