Gora komî ji bo xizmên windayan bû cihê hêviyê 2020-06-04 09:03:04 MÊRDÎN - Li Kerboranê di şikeftekê de goreke komî hatibû dîtin. Ev yek ji bo gelek xizmên windayan bû cihê hêviyê. Yek ji van kesan jî Mehmet Alî Atûg bû ku di sala 1995'an de bavê wî û hinek xizmên wî hatibûn windakirin. Atûg, anî ziman ku 25 sal in neçûye goristanê û got: "Heger em hestiyên xwe bibînin wê gorek me çêbibe, em ê biçin ser û duayan bikin."  Li mezrika Libka Kaniya ya gundê Derêca yê navçeya Kerboran a Mêrdînê di şikeftekê de hestiyên 40 kesî hatin dîtin. Ev yek ji bo xizmên windayan bû cihê hêviyê. Gelek xizmên windayan li benda encamên Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) ne.    Malbata Mehmet Emîn Atûg, Hiznî Bîlmen, Abdulkadîr Demîr û Şakîr Demîr ê ku di sala 1995'an de li gundê Kerşam/Kefer/Şamo hatibûn binçavkirin û careke din xeber ji wan nehatibûn girtin ji wan malbatanin ku bi salan e li hestiyên xizmên xwe digirin.    Mehmet Alî Atûg ku bavê wî Mehmet Emîn Atûg windaye, behsa çîroka windakirina bavê xwe û hin xizmên xwe kir. Atûg, xwest rojek berî rojekê encamên DNA'yê diyar bibin.    PÊŞÎ EW BERDAN, DÛ RE KEMÎN DANÎN   Atûg, diyar kir ku Qereqola Cendirmeyan a Midyadê bavê wî Mehmet Emîn Atûg û keyayê gund jî di nav de gazî 8 kesan kiriye. Kur Atûg, anî ziman ku keya û 3 kesên din hatine berdan, lê belê bavê wî û 3 xizmên wî heya êvarî li qereqolê hatine sekinandin û got: "Ber êvarî berî ku tarî bikeve kaxezek bi wan dane îmzekirin û qaşo wan berdane. Ji wan re gotine biçin gund. Navbera qereqolê û gundê me 4 kîlometre ye. Gava bi qasî kîlometereyê çûne jin gund hin kesan ew dîtine ku gihaştine serê gir. Tu nabê li wir kemîn danîne pêşiya wan." Atûg, bilêv kir ku bi qasî şahid dibêje pêşiya bavê wî û xizmên wî hatiye birîn û li wesayîta eskeran hatine siwarkirin û careke din xeber ji wan nehatiye.    Atûg, da zanîn ku piştî her çar kes winda bûne, dotira rojê eskeran gund dorpêç kiriye, bi tanq û topan ew gulebaran kirine. Atûg, diyar kir ku wê çaxê ketine hêwirgehan û bi vî awayî xelas bûne. Atûg, anî ziman ku ji ber ku eks nemiriye fermandrê eskeran heyr maye û ji ber vê li gundiyan xistiye, ew îşkence kirine û got, lê li gel îşkence û tahdê dîsa jî dev ji gundê xwe bernedane.    ‘DOZGER JÎ WINDA BÛ'    Atûg, diyar kir ku paşê ji bo aqûbeta xizmên xwe daxwazname nivîsandine û dane dozgeriyê lê belê dozgeran daxwaznameya wan qebûl nekiriye û got, piştî pêwendî bi Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re danîne daxwaznameyên wan hatine qebûlkirin. Atûg, anî ziman ku lê dîsa jî tiştek jê derneketiye. Atûg, bilêv kir ku di navbera 2003-2005'an de Dozgeriya Komarê ya Amedê ji bo îfadeyê gazî wî û parêzerê wî kiriye û got: "Dozger got, 'Min şandin vira ji bo cinayetên kiryar nediyar hel bikim. Wê tu cinayetek bi vî awayî nemîne.' Lê 6 meh şûnde dozger ji holê winda bû. Cinayetên kiryar nediyar jî hê li cihê xwe ne. Înşeleh wê îsal hestiyên me bên dîtin."    QEREQOL GAZÎ WÎ DIKE    Atûg, diyar kir ku piştî bûyer mecbûr maye biçe bajarine din bixebite û piştî 12 salan vegeriyaye Midyadê û got, ji roja hatiye bajêr tim û tim tê binçavkirin û bi zextan re rû bi rû dimîne. Atûg, anî ziman ku qereqol tim gazî wî dike û her cara diçe jê pirsa xwişka wî ya ku di salên 90'î de tev li PKK'ê bûye dikin û got, qereqola gazî wî dike qereqola ku bavê wî xizmên wî lê hatine windakirin bi xwe ye.    ‘25 SAL IN NEÇÛME GORISTANÊ'    Atûg ku got "25 sal in bi vê êşê diêşim" got: "Heya sax bim wê ji bîra min neçe. Hta serê me bila neyê serê tu kesî. 25 sal in neçûme goristanê û min fatîheyek nexwendiye." Atûg, destnîşan kir ku hestiyên ku li Kerboranê hatine dîtin hêviyek li wan peyda kirine û got: "Belkî ê me jî di wir de bin. Ji wê rojê ve bihêvî me. Belkî 25 sal şûnde em jî biçin fatheyekê bixwînin. Ji xwe me ji bo DNA'yê xwîn dabû. Em dixwazin rojek berî roekê encamên DNA'yê bên aşkerekirin. Heger em hestiyên xwe bibînin wê gorek me çêbibe, em ê biçin ser û duayan bikin."    MA / Ahmet Kanbal