Surucu: Îqtidar ji bo pêkanînên DEDAŞ'ê xwe li kerîtî û korîtiyê datîne 2020-06-04 09:03:06 RIHA - Endama Komîsyona Çandiniyê ya Meclîsê Parlementera HDP'ê Ayşe Surucu, diyar kir ku ji ber qutkirina ceryanê cotkar pir mexdûr dibin û got: "Îqtidar ji bo pêkanînên DEDAŞ'ê yên li herêmê xwe li kerîtî û korîtiyê datîne." DEDAŞ'ê di pêvajoya şewba Covîd-19'ê de jî li herêmê ceryana gelek tax û gundan birî. Ji ber qutkirina ceryanê pompên avê yên gelek tax û gundan neşixulin û ji ber vê bi hezaran kes bê av mabû.    Parlementera HDP'ê ya Rihayê û Endama Komîsyona Çandiniyê ya Meclîsê Ayşe Surucu, destnîşan kir ku ji ber fatûreyên zêde û qutkirina ceryanê cotkar zehmetiyê dikişînin.    ÎQTIDAR XWE LI KORÎTÎ Û KERÎTIYÊ DATÎNE    Surucu, destnîşan kir ku yek ji bajarên sereke yê çandiniyê jî Riha ye û got, îqtidarê li bajêr qadên çandiniyê teng kiriye û ji ber vê hilberîn kêm bûye. Surucu, diyar kir ku li herêmê cotkar bi pirsgirêkine mein re rû bi rû dimînin û got, berên ku datînin heqê gubre, mazot, ceryan û avê dernaxe.    Surucu, destnîşan kir ku pirsgirêka mezin a li ber cotkaran DEDAŞ e û got, li bajêr li hin deveran saeta ceryanê an jî tarfo tunene, lê dîsa jî ceza li cotkaran hatiye birîn. Surucu, got: "Cotkarê me perîşan bûne. Sedema vvê qutkirina ceryanê, ceza, desteserkirina piştgiriya tê dayîn hwd. ne. DEDAŞ, dest datîne ser piştgiriya ji bo cotkaran tê dayîn. Ji xwe cotkar berên xwe bi erzanî dide û heqê lêçûnên xwe jî dernaxe. Divê DEDAŞ bê kontrolkirin. Me gelek caran li meclîsê ev yek bilêv kir, lê xwe li nedîtinê datînin. Îqtidar ji bo pêkanînên DEDAŞ'ê ên li herêmê xwe li kerîtî û korîtiyê datîne."