'Îşkencekar êdî aşkere îşkenceyê dikin' 2020-06-04 09:03:12 AMED - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ÎHD'ê Rehşan Bataray, destnîşan kir ku ji sala 2016'an ve îşkence zêde bûye û got: "Ji ber 'bêcezatiyê' kesên îşkenceyê dikin êdî ji aşkerekirina nasnameyê natirsin."  Li Amedê piştî polîsek hat kuştin, têkildarî kuştina polîs M.C.E. hat binçavkirin û li qereqola polîsan rastî îşkenceyê hat. Wêne û dîmenên îşkenceya li qereqolê li ser medya civakî parve kirin. Têkildarî îşkenceya li qereqol û kolanan zêde bûye Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ÎHD'ê Rehşan Bataray, nirxand. Bataray, anî ziman ku ji sala 2016'an ve îşkence zêde bûye û wiha got: "Îşkencekar êdi fikarê nakin ku nasnameya wan aşkere bibe. Ji ber ku nayên cezakirin û hesağp ji wan nayê pirsîn êdî natirsin. Di vê pêvajoyê de îşkenceyên pir giran hatin kirin. Îşkenceya li Midûriyeta Polîsan a Rihayê hêj li ber çavan e. Di vê pêvajoyêde li Midûriyeta Polîsan a Amedê jî dîmenên îşkenceyê hatin parvekirin. Li Tirkiye bi salan e îşkence di rojevê de ye. Yek ji binpêkirina mafan a herî zêde îşkence ye. Îşkenceya di salên 80 û 90'î de hatin kirin hêj di hiş û aqilan de ye. Lê niha ji wê serdemê cudatir e. Berê îşkence vedişartin, Îşkencekar vedişartin, lê niha îşkenceyê aşkere dikin. Tişta herî girîng jî dema îşkencekar nasnameya wan aşkere dibin jî fikaran nakin. Ji ber dizanin êdî ji ber kiryarên xwe nayên darizandin. Bi salan e faîl nehatine darizandin. Li gel delîlên şênber îşkencekarên berê nehatin darizandin. Niha jî aşkere îşkenceyê dikin. Ev yek me parazvanên mafên mirovan dixe nava fikaran. Divê kesên îşkenceyê dikin bên darizandin û cezakirin.    Bataray, bal kişand ser îşkenceya ku li Qereqola Polîsan a Rezan ku li M.C.E. hat kirin û wiha got: "Ji destpêka bûyerê de em şopdarê vê meseleyê ne. Em wekî ÎHD û parazvanên mafên mirovan ji bo îşkencekar bên darizandin û cezakirin me serî li rayedaran da. ÎHD ji roja hatiye avakirin heta niha li dijî îşkenceyê her tim çalak tev digere. Li her qadê xebatê dike û dike rapor. Alîkariya hiqûqî dide. Ev xebatên em û têkoşîna me ya li dijî birpêkirina mafan didome."