Lîsa Çalan: Navê her kesê di dosyeyê de derbas dibe divê were darizandin 2020-06-04 10:51:58 AMED – Bi ser bombekirina mitînga HDP’ê ya Amedê re 5 sal derbas bû. Lîsa Çalan a ku di êrişê de her du lingê hatin jêkirin xwest navê kesên di dosyeyê de derbas dibin werin darizandin. Parêzer Kazim Bayraktar jî got ew ê dozê bibin DMME’yê. Partiya Demokratîk a Gelan di 5’ê Hezîrana 2015’an de mitînga “Mirovahiya Mezin” a hilbijartina 7’ê Hezîranê li dar xist. Bi sed hezaran kes beşdarî mitîngê bûbû. DAIŞ’ê li mitîngê bombe teqand. Ew roj 2 hezar û 360 polîs hatine wezîfedarkirin. Li gel vê yekê jî êrişkaran bombe xistiye qada mitîngê. Di teqînê de Ramazan Yildiz, Necatî Kûrûl, Şêhmûz Kaçan, Cîvan Arslan û Alî Turkmen canê xwe ji dest dan û bi ser 400 hezar kesî re jî birîndar bû.   Teqîn ji aliyê Orhan Gonder ê têkiliya wî bi DAIŞ’ê re heye pêk hat. Kujer ji Sûriyê tê Amedê. Li otelek dimîne. Li gel ku polîs nasnameya wî kontrol dikin û girteka qaçaxiya leşkeriyê didinê jî lê nayê darizandin.   Derbarê Îsmaîl Korkmaz, Mustafa Kilinç, Orhan Gonder, Îlhamî Bali û Burhan Gok de ku wek kiryarên êrişê tên zanîn ji ber kuştina însanan û teqînê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihatin darizandin. Bi biryara Dadgeha Bilind dozê di gulana 2016’an de neqlî Dadgeha Enqereyê kirin. Heta niha 25 danişînê dozê hatine lidarxistin. Şandeya dadgehê derbarê Îlhamî Bali û Burhan Gok de biryara beratê dabû. Derbarê her sê bersûcên din de bi giranî hatin cezakirin.   DAVÛTOGLÛ NEHAT GUHDARÎKIRIN    Tevî hemû îtîrazên parêzeran jî bersûc Burhan Gok nehat girtin. Parêzeran xwest Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû ku di axaftinek xwe têkildarî wê serdemê li xwe mikûr hatibû wî beşdarî danişînê bikin û li dadgehê were guhdarîkirin. Lê dadgehê daxwaza parêzeran red kir.   DARIZANDINA POLÎSAN   Ji ber ku polîsan wezîfeya xwe pêk neaniye derbarê wan de jî doz hat vekirin. 5 midurên emniyetê, 3 komiser û 11 polîs tên darizandin. Lê cezayek hindik bo wan tê xwestin. Danişîna wan li Dadgeha Amedê didome.     DÊ DOZÊ BIBIN EWROPAYÊ   Ji parêzerên doza 5’ê Hezîranê Kazim Bayraktar axivî û diyar kir ku di 5 sal in ev doz didome û heta niha delîl nehatine komkirin û bêyî ku delîl werin lêkolînkirin biryar hat dayîn. Bayraktar da zanîn ku têkiliya teqîna Amedê û teqîna li Balafirgeha Brûksela Belçîkayê bi hev re girêdayî ne. Bayraktar got komkujiyên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine kirin çi hebin bi têrkirî nehatine lêkolînkirin. Bayraktar anî ziman ku ji bo rewşa siyasî ya li Tirkiyê û têkildarî rewşa HDP’ê ku dê bi ser biketa şaneyên DAIŞ’ê xistine dewrê û gelek kar û mar dane wan. Bayraktar da zanîn ku ew ê dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê.     TEVÎ REWŞA FIZÎKÎ JÎ LI KOLANAN E   Yek ji van birîndarên giran a teqînê Lîsa Çalan bû. Lîsa Çalan gelek caran emeliyat bû û her du lingê wê hatin jêkirin û asteng ma. Lîsa Çalan jî da zanîn ku piştî pêvajoya 2015’an tiştên li herêmê qewimîne û bêçaretiya bi xwe re aniye gelek bandor li ser wê kiriye û tevî ew asteng maye jî lê hewl daye li kuçe û kolanan be û tevî halê xwe yê fizîkî jî ew çûye her derê.   ‘JI BO EDALETÊ EZ TÊDIKOŞIM’   Çalan anî ziman ku piştî teqînê jiyana wê gelek guherî ye û got: “Min ji bo tenduristiya xwe û edaletê gelek têkoşîn kir. Piştî 4 salan ez tevlî danişînê bûm. Têkoşîna min a edaletê didome.” Çalan destnîşan kir ku polîs û walî jî di nav de gelek kes ji dozê nehatine darizandin û got: “Ew hinek baweriya min a bi edaletê hebû jî ji binî tune bû. Navê her kesê ku di dosyeyê de derbas dibe heke werin darizandin ancax edalet pêk were. Yanî werin darizandin û cezakirin ancax baweriya min bi edaletê were.”     MA / Aydin Atay