Li Amedê hejmara nexweşên şewba coronayê zêde bûye 2020-06-04 13:25:52 AMED – Li Amedê hejmara nexweşên şewba vîrûsa corona ji hezar û 150 kesan derbas kir. Piştî Cejna Remezanê 200 kes testa wan pozîtîf derket. Ji 300 kesî zêdetir jî li malan tên îzolasyonkirin. Di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê hatibûn girtin hinek hatin sistkirin. Piştî sistkirina tevdîran li Amedê hejmara haletên koronayê zêde dibe. Hejmara nexweşên şewla vîrûsa coronayê li Amedê heta îro ji hezar û 150 kesî bihûrî. Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê û Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ku wek nexweşxaneyên pandemînê hatine diyarkirin, niha bi ser 200 kesên bi koronayê ketine tên razandin. Tê gotin ku hejmara nexweşên rewşa giran e jî hejmara wan 20 kese û li beşa giran tên dermankirin. Li Amedê hat diyarkirin ku bi ser 100 xebatkarên tendurisiyê jî bi koronayê ketine. Piştî Cejn Remezanê hat diyarkirin ku bi ser 300 kesî re bi nexweşîna koronayê ketine. Hat gotin rewşa van kesan sivik e û ji ber vê yekê jî wan şandine malên wan û li malên xwe di bin îzolasyonê de ne.