Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatibûn veşartin gilî hat kirin 2020-06-04 13:33:10 STENBOL – OHD’ê ji bo cenazeyên ku bêyî malbatên wan ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û li Goristana Kîlyosê li peyarêyê hatibûn veşartin, gilî kir. Şaxa Komelaya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, ji bo cenazeyên ku bêyî malbatên wan ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jêrînê yê Bedlîsê hatibûn derxistin û li Goristana Kîlyosê li peyarêyê hatibûn veşartin, gilî kir. Ji bo giliyê OHD’î hatin Edliyeya Çaglayanê û daxwaznameya ji bo giliyê amade kiribûn, radestî Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê kirin.   DOZGERIYÊ AGAHIYA ŞAŞ DAYE   OHD’ê di daxwaznameya xwe de bi awayekî hurgîlî cih da xerakirina Goristana Xerzanê û derxistina cenazeyan a jê û ev agahî dan: “Piştî hewldanên hiqûqî Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ji me re ragihand ku cenaze ji bo testa DNA’yê şandine Stenbolê û li gorî mewzûatê li wir hatine veşartin. Lê piştre derket holê ku cenaze li gorî mewzûatê li Goristana Kîlyosê nehatine veşartin û li peyarêya goristanê hatine veşartin.”