Endam û rêveberên BTS’ê li Enqereyê ne: Em sirgûnan qebûl nakin 2020-06-04 14:12:29 ENQERE – Meşa endamên BTS’ê ya li dijî sirgûnan li Enqereyê bi dawî bû û sendîkavanan got ew ê sirgûnan qebûl nekin. Rêveber û endamên Sendîkaya Xebatkarên Veguhestina Yekgirtî (BTS) a girêdayî Konfedrasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî sirgûnan ji Stenbol, Îzmîr, Edene û Amedê meş dabûn destpêkirin û meşa wan gihîşt Enqereyê. Sendîkavanan xwest bimeşin ber Rêya Hesîn a Dewleta Komara Tirkiyê (TCDD), lê polîsan meşê asteng kir. Serokê Giştî yê BTS’ê Hasan Bektaş diyar kir ku ew di çarçoveya mafên xwe qanûna bingehîn de li ber TCDD’ê daxuyanî bidin. Bektaş bertek nîşanî astengiya polîsan da û got: “Em dixwazin ji TCDD’ê hevalên me hatine sirgûnkirin bipirsin. Heke ev sûc be min binçav bikin. Em dixwazin li mafên xwe bipirsin. Em dixwazin bang li berpirsiyarên sirgûnan bikin. Heke siberojê li ser rêyên hesin qeza pêk were hûnê berpirsiyar bin. Berpirsiyarên qezayan tayînkirina sezawerî ye.”   Parlamenterên HDP û CHP’ê jî piştevanî dan sendîkavanan. Demek dirêj di navbera girseyê û polîsan de gengeşe didome. Piştî gengeşeyê endamên BTS’ê û parlamenter derbasî ber TCDD’ê bûn.   ‘ZÎHNIYETA SERDEMA NAVÎN E’   Sekreterê Giştî yê BTS’ê Ramazan Gurbuz li ber TCDD’ê daxuyanî da û got: “Ev zîhniyeta sirgûnê zîhniyeta serdema navîn e. Em ê li dijî van sepanên we dij mirovane têkoşîna xwe mezin bikin. Ev sazî nem mal û milkê bavê we ye. Ne mimkin e ku em sirgûnan qebûl bikin. Divê hevalên me demildest vegerin ser karê xwe.”   ‘EM Ê DESTÛR NEDIN FAŞÎZMÊ’   Parlamentera HDP’ê Tulay Hatimogûllari jî axivî û diyar kir ku ew li dijî her nêzîkatiyên li dijî karker û kedkaran derkevin û dê destûrê nedin faşîzmê.   ‘BIRYAR WÊ BIBIN ŞERMA WE’   Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Gokhan Zeybet jî axivî û bang li rayedarên TCDD’ê kir û xwest dest ji şaşîtiyên hatine kirin berdin û ev biryarên sirgûnê wê bibe şerma wan rayedaran.   ‘EZ ŞERM DIKIM’   Serokê Giştî yê BTS’ê Hasan Bektaş li vir jî axivî û got ew ji ber vê biryara sirgûnê şerm dikin û xwest biryara sirgûnan paş de were girtin. Bektaş da zanîn ku ev du meh in ew ji Miduriyeta Giştî ya TCDD’ê randevûyê dixwazin lê daxwaza wan nayê qebûlkirin.   Piştî axaftinan, dê îro Midurê Giştî yê TCDD’ê û rêveberên BTS’ê îro hevdîtinek pêk bînin.   Sendîkavanan ragihandin ku heta hevdîtin bi dawî bibe dê li Gara Enqereyê bisekinin.