Aydenîz: DAIŞ'ê diparezin, lê demokrasiyê naparêzin 2020-06-05 07:53:13   AMED – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, girtina Parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari şermezar kir û got: "Kesên di 5’ê Hezîranê de li Amedê bombe teqandin û kesên îro parlamenteran didin girtin heman kes in. Îro DAIŞ'ê diparêzin, lê demokrasiyê naparêzin."       Piştî Meclîsa Tirkiyeyê wekîltiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê Musa Farisogullari û wekilê CHP'ê Enîs Berberoglu betal kir, Farisogullari, Guven hatin binçavkirin û girtin;Hevserokên Giştî yên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlementerên HDP’ê, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, endam û rêveberên HDP’ê yên Amedê li pêş avahiya Edliyê ya Amedê kom bûn û daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, girtina wekîlan şermezar kir û got: “Îro em bi darbeya siyasî ya Meclîsa Tirkiyê ya betalkirina parlamenteran re rû bi rû man. Bi rêbaza çetewarî destnedayîna hevalên me anîn meclîsê.  Beriya çend rojan amadekariyên vê hatine kirin. Vê yekê nîşanî me da ku daraz ne serbixwe ye, hiqûq tune. Êdî dozger û dadger bi talîmatan dixebitin.”   ‘MEŞRUTIYETA AKP’Ê NEMA YE’   Aydenîz, bibîrxist ku Leyla Guven û Mûsa Farîsogûllari ji doza bingehîn a KCK’ê ceza xwarine û wiha axivî: “Dadgerên ku Leyla Guven ceza kirin ji FETO’yê hatin girtin. Ev têkiliya AKP’ê û FETO aşkere nîşanî me dide. Êdî tu meşrutiyeta AKP’ê nemaye. Ji bo temenê xwe dirêj bike êrîşî kurdan dike. Ez bang li hemû gelên Tirkiyê û muhalefeta Tirkiyê dikim, her êrîşa ku li kurdan tê kirin li civaka Tirkiyê, li kesên demokratîkbûyîna Tirkiyê dixwazin û li demokratîkbûyîna Tirkiyê tê kirin. Îro em ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û azadiya Kurdistanê têdikoşin lê ew bi israr di rêyên kaos û aloziyê de israr dikin. Darbeya îro berdewama darbeya 1994’an û 15’ê Tîrmehê ye.    'DAÎŞ'Ê DIPARÊZIN'    Aydenîz, destnîşan kir ku kesen di 5’ê Hezîranê de li Amedê bombe teqandin û kesên ev pêvajoya darbeyê dan destpêkirin yek in û got: “Îro DAÎŞ û çete tên parastin lê demokrasî nayê parastin. Li Tirkiyê têkoşîna hevpar a ji bo demokrasiyê dê faşîzmê têk bibe. Heta niha em li dijî operasyonanr bêdeng neman em dîsa bêdeng namînin.”   Komê piştî daxuyaniyê li çepikan dan û ji ber edliyê belav bûn.