ROJEVA 5'YÊ HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-05 09:00:30 * Sidik Aydemîr ku li gundê Şêsunis ê ê navçeya Rêya Armûşê dijî, ji bo darên xwe yên gûzan û garisê xwe av bide, qenala avê yên ku 60 sal berê bavê wî bi bêrê çêkiribû bi kar tîne.  * Kesên li ber avahiya HDP'ê rûniştine, êrîşî welatiyên ku tên partiyê dikin. Yek ji van kesan jî Celîl Begdaş e. Begdaş, piştî hat ber partiyê wî li Şaredariya Rezanê danîne ser karekî. Lê belê mesaiya wî ew e ku kî bê partiyê an jî ji partiyê derkeve êrîşî wan dike.    * Li Pasûrê gundiyên ku di şert û mercên zor û zehmet de sewalvaniyê dikin, qatixên xwe yên ku dê zivistanê bifiroşin hêdî hêdî berhev dikin.    * Di 3 mehên dawî de 2 hezar û 125 jin telefonî xeta lezgîn a Federasyona Komeleyên Jina ya Tirkiyeyê (TKDF) kiriye. Seroka TKDF'ê Canan Gullu, anî ziman ku bi şewbê re şideta li ser jinê zêdetir bûye.