DFG: 105 rojnameger girtî ne 2020-06-05 11:40:51   AMED – Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ragihand ku di meha gulanê de 2 rojnameger hatine girtin û hejmara rojnamegerên girtî gihîştiye 105’an.   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Meha Gulanê” bi daxuyaniyek nivîskî belav kir. DFG’ê diyar kir ku di meha gulanê de 6 rojnameger hatine binçavkirin û 2 jê hatine girtin. DFG da zanîn ku di meha gulanê de li dijî 3 rojnamegeran êriş pêk hatiye û derbarê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û derbarê 9 rojnamegeran de jî doz vebûye. DFG got di meha gulanê de 16 rojnameger hatine darizandin û li girtîgehê îşkence û muameleya xerab li 2 rojnamegeran hatiye kirin. DFG ragihand li 3 rojnameyan cezayê îlan û reklamê hatiye birîn û RTUK’ê ceza sekinandina weşanê daye 3 saziyên medyayê.   ROJNAMEGER DI XETEREYÊ DE NE   DFG diyar kir ku bi girtina 2 rojnamegeran re ji 5’ê hezîranê şûn ve hejmara rojnamegerên li girtîgehên Tirkiyê gihîştiye 105’an. DFG got ew ne xerîbê vê resmê binpêkirina azadiya rojnamegeriyê ne û li qadê li dijî rojnamegeran hemû zext û zoriyan hat domandin û daraz jî li ser medyayê wek zextê tê bikaranîn. DFG destnîşan kir ku AKP-MHP dixwaze modela rojnamegeriyê ya li gorî xwe çê bike û ji ber şewga vîrûsa koronayê jiyana rojnamegerên girtî di xetereyê de ye.