Li Meclîsê li dijî darbeya 3’yemîn meşiyan: Em ê çok ne danîn erdê 2020-06-05 11:42:51 ENQERE - Koma Parlamentoya HDP’ê, li dijî betalkirina parlamenteriya HDP’ê Leyla Guven, Mûsa Farisogûllarî û parlamentere CHP’ê Enîs Berberoglû, ji Meclîsê heya Guvenparkê meşiyan. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ligel hemû êrîş û astengiyên polîsan jî daxuyanî da û wiha got: “Ev desthilatdarî, desthilatdariya şere. Emê li dijî zilma desthilatdariyê serî netewînin û çok ne danîn erdê.     Parlamenter û Serokwekîlên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca şermezarkirina betalkirina parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglu li Meclîsê daxuyanî dan. Parlamenter û Serokwekîlên Koma HDP’ê yên li Meclîsê daxuyanî dan çapemeniyê, dûre ber bi Guvenpark a Kizilayê ve dest bi meşê kirin. HDP’iyan di meşê de dowîzên “Darbe heye” vekirin û dirûşmeyên “AKP darbekare” berz kirin.   Parlamenterên gihan Bûlwara Ataturkê, rastî barikata polîsan hatin. Parlamenterên ku di meşa xwe de israr kirin, polîsan êrîşî wan kirin. Polîsan di dema mudaxileyê de çakêtê parlamenterên HDP’ê yê Edenê Ridvan Turan çirandin û berçavka Kemal Bulbul ê HDP’î şikandin.   Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, di dema mudaxileya polîsan de bertek nîşan da û wiha got: “Tu provokator û polîsê darbekarî.”Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî wiha got: “Polîsan hêrîşî hevalên me yên parlamenter kirin. Em li dijî darbeyê derketin kolanan. Çete hewl didin êrîşî me bikin.”   ‘DARBE HEYE’   Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, ligel hemû êrîş û mudaxiliyên polîsan jî li ber Bûlwara Ataturkê daxuyanî da û wiha bertek nîşanî betalkirina parlamenteran da: “Îro li vê derê darbe heye. Desthilatdarî darbe li hiqûq, edalet û siyasetê da.”   Olûç di dewama axaftina xwe de wiha got: “Tevî pêvajoya darizandinê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn temam nebûye, bi fermana ji Qesrê hate dayin, wekîltiya 3 parlamenteran hate betalkirin. Gavek welê hate avêtin ku destûra bingehîn hate binpêkirin. Serokkomar serdestî li ser qanûndanînê çêkiriye. Erka qanûndanînê xistiye bin serweriya xwe.   Mîna ku her roj û her kêliyê dike, destûra bingehîn binpê kiriye. Serokê giştî yê partiyekê ye û wekîltiya hevrikên xwe yên siyasî betal kiriye. Bi zexta li ser dadgeriyê re bi biryarên xwe li dijî hevrikên xwe yên siyasî têdikoşe. Desthilatdariya li hemberî me desthilatdariyeke wiha ye.   Darbe tenê ji aliyê payebilindên leşkerî ve nayê kirin. Ji bilî darbeyên leşkerî, siyasetmedarên sivîl ên bi kravat jî darbeyan dikin. Desthilatdariya li hemberî me desthilatdariyeke darbekar e. Desthilatdarî bi bikaranîna gotina 'darbeyê' dixwaze darbeya xwe binixumîne."   Olûç di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku desthilatdariya heyî desthilatdariya şer e û got, "Partî û dewlet kirin yek. Kêmî nîvê civakê temsîl dikin. Zêdeyî nîvê civakê mûxalefet e. dixwaze dawî li vê desthilatdariyê bê. Lê belê desthilatdarî tevî ku kêm e, ji bo desthilatdariya xwe biparêze her kesên ku li qada siyaseta demokratîk têdikoşin ya digire ya jî mîna ku îro hate dîtin bi binpêkirina destûra bingehîn nahêle ku li Guvenparkê jî daxuyanî bê dayin."   'EM Ê BI SERBILINDÎ LI SER PIYAN BIN'   Olûç destnîşan kir ku HDP wê bi rêxistinên xwe hemûyan bi serbilindî li ser piyan bin û got, "Em ê serî li ber zilma vê desthilatdariyê netewînin, em ê çokê netewînin. Hilbijêrên me, di serî de gelê Kurd ti carî serî netewand, ji niha û pê ve jî wê serî netewîne. Em ê biryardariya xwe her tim nîşan bidin."   Wekîlên HDP'î piştî daxuyaniyê bi berzkirina dirûşmeya "AKP darbekare" ji nû ve ber bi Meclîsê ve meşiyan.