Kesek li Cizîrê hat binçavkirin 2020-06-05 12:26:20   ŞIRNEX - Li Cizîrê, di serdegirtina malê de welatiyê bi navê M.S. hat binçavkirin.    Li Taxa Nûr a navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di serdegirtina malê ya serê sibê de welatiyê bi navê M.S.  hat binçavkirin. Hinceta binçavkirina M.S. nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.