Hiqûqzan: Li benda AYM’ê nesekinîn, biryar cudakariye 2020-06-05 12:47:52 AMED - Parêzerên parlamenterên HDP’ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari yên parlamenteriya wan hat betalkirin gotin bêyî li benda biryara AYM’ê bisekinin biryar dane û ev biryar cudakarî ye. Hiqûqzanan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari dan. Parêzera Leyla Guven, Reyhan Yalçindag diyar kir ku li gorî yasaya înfazê ya heyî divê Guven nekeve girtîgehê û pêwîste ew ji serbestiya kontrole sûdê werbigire ji ber ku du meh cezayê wê maye. Yalçindag got tu hêncetek ku Guven bixin hepsê nîne û ew berê 4 sal û 9 meh ji vî cezayî raketiye.   ‘LI BENDA BIRYARÊ NESEKINÎN’   Yalçindag da zanîn ku divê mafê parlamenteran li gorî Qanûna Bingehîn û peymanên navnetewî were nirxandin û got: “Serlêdana her du wekîlan jî ya ji bo Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hêj bi encam nebûye. Bêyî ku li benda biryara AYM’ê bisekinin vê biryara betalkirina parlamenteriya wan û girtina wan din. Ev jî binpêkirina mafê wan û mafê hilbijêrên wan e.”   Yalçindag ragihand ku ji bo berdana siyasetmedar Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari wan serî li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dane.   ‘NE HIQÛQÎ YE’   Parêzerê Guven, Serdar Çelebî jî da zanîn ku operasyon û dozên KCK’ê di encama kûmpasan de pêk hatine û ev bi awayek fermî hat eşkerekirin. Çelebî anî ziman ku daraz di fermana îqtîdara siyasî de ewqas bi lez û bez dixebite û van dozan birêve dibe û bi encam dike. Çelebî da zanîn ku nesepandina kontrola edlî cudkarî ye û ew nikarin bêjin ku ev betalkirina wekîliyê û girtina wekîlan hiqûqî ye.