Dayika du zarokan li nava kolanê hat kuştin 2020-06-05 13:45:38 STENBOL - Dayika du zarokan Ayşegul Akturk a li Maltepe ya Stenbolê dijiya, li aliyê cîranê xwe Mûharrem E. ve li nava kolanê hat qetilkirin.   Dayika 2 zarokan Ayşegul Akturk a 36 salî ya li taxa Başibuyuk a navçeya Maltepe ya Stenbolê dijiya û di pebaş îdarî ya nexweşxaneyekê dewletê de dixebitî ji aliyê cîranê xwe Mûharrem E. ê 22 salî ve li nava kolanê hat kuştin. Hat îdîakirin ku Mûharrem E. demek dirêj bû Aktûrk bêhuzûr dikir.       Dayika 2 zarokan a hevjînê xwe berdabû, ji bo ku biçe kar serê sibê ji mala xwe derket. Mûharrem E. di wê kêliyê de pêşiya wê girt. Dûre di navbera her duyan de nîqaş derket û Mûharrem E. bi kêrê êrîşî Akturk kir.     Ekîbên tenduristî û polîsan ên hatin cihê bûyer, Akturk a bi giranî birîndar bibû rakirin nexweşxanê. Lê ligel hemû hewldanan Akturk li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.    Mûharrem E. ê xwe birîndar kiribû jî, rakirin nexweşanê. Polîsan dûre li cihê bûyerê, dest bi lêpirsînê kirin û pişt re ji cihê bûyerê veqetiyan.