KESK: Îqtîdar vîna welatiyan binpê dike 2020-06-05 12:49:29   ENQERE – KESK’ê bi daxuyaniyek bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guven, Farisogûllari û Berberoglû da û got îqtîdar bi van sepanên qeyûman welat birêve bibe.   Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû da. KESK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku îqtîdar dixwaze roj bi roj pergala rejîma xwe li her sazî û dezgehê bicih bike û dixwaze hemû qadên muxalefetê û muxalîfiyê lawaz bike. KESK’ê destnîşan kir ku îqtîdar polîtîkayên dubendiyê xistiye dewrê û çawa Meclîs vebû bi betalkirina parlamenteriya sê parlamenteran darbe li îradeya gel xistiye. KESK’ê anî ziman ku hemû mafê hilbijêran hatiye binpêkirin û dengên wan avêtine ser sergo û îqtîdar dixwaze welat bi rêveberiya awayê qeyûman birêve bibe. KESK’ê got ew bang li îqtîdarê dikin ku dawî li zextên xwe yên ser muxalefet û Meclîsê bîne.