Nûçegîhanê MA'yê ji ber nûçe çêkir li wî lêpirsîn vekirin 2020-06-05 14:06:08   AMED - Buroya Çapemeniyê ya Dozgeriya Komarê ya Amedê der barê Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Lezgîn Akdenîz de, ji ber nûçeya der barê qeyûm a bi sernavê “Cudakariyê guh neda vîrûsê. Camî desenfekte kirin, lê cemxane nekirin" çêkir, lêpirsîn vekir.    Buroya Sûcên çapemeniyê ya Dozgeriya Komarê ya Amedê, der barê nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Lezgin Akdenîz de ji ber nuçe der barê Qeyûmê Amedê de çêkir lêpirsîn vekir. Dema yekineyên Serokatiya Daîreya Kontrola Parastina Derdorê di 14'ê Adarê de wargehên baweriyê dezenfekte dikir, tenê mizgeft dezenfekte kir, lê dêr û cemxane dezenfekte nekir. Ji ber Rojnameger û nûçegîhan Lezgîn Akdenîz têkildarî vê mijarê nûçeya bi sernavê "Cudakariye vîrûs guhdar nekir, cemxane dezenfekte kirin, lê dêr û cemxane nekirn" nûçe çêkir, Buroya Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Lezgîn Akdenîz de lêpirsîn vekir. Der barê Akdeniz de 3 meh piştî nûçeyê lêpeirsîn hat vekirin. Midûriyeta Polîsan a Amedê bang li Akdenîz kir û xwest îfade bide."   Rojnameger Lezgîn Akdenîz, piştî lêpirsînê li gel parêzer çû îfade da û vegeriya.