Mahmut Alinak: Tarî zêdetir dibe 2020-06-05 14:54:15 QERS - Siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak ê bi darbeya 2'ê Adara 1994'an hat girtin û hat berdan, têkildarî darbeya li dijî Kurtan tê kirin nirxand û wiha got: "Tişta ku mêtîngerên spî li mirovên reş dikir, heman tişt li Kurdan jî dihat kirin. Îro jî heman tişt li Kurdan tê kirin. Tariya wê demê niha bêtir tarî bûye û didome.  Meclîsa Tirkiyeyê di 4'ê Hezîranê de wekîltiya Hevseroka KCD'ê û parlhamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û yê CHP'ê Enis Berberoglu, betal kir. Têkildarî betalkirina wekîlan Siyasetmedarê Kurd û parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mahmut Alinak êdi 2'ê Adara 1994'an de li gel 7 hevalên xwe yên parlamenter hat girtin, nirxandin kir. Alinak, Alinak, anî ziman ku wê demê li pey xwe kaş kirin û binçavkirin û piştî 13 rojan di bin çavan de man hatin girtin û şandin Girtigeha Hêjmar 9 a Ulucanlarê ya Enqereyê. Alinak, anî ziman ku 2'ê Adara 1994'an, 4'ê mijdara 2016'an û herî dawî 4'ê Hezîrana 2020'an ji bo Kurdan dîrokê darbeyan û rojên tarî yên li dijî vîna gelê Kurd e û wiha got: "Di 2'ê Adara 1994'an de dema destnedayîna wekîltiya DEP'îyan li meclîsê dihat niqaşkirin, Parlamenterê DYP'ê Coşkun Kirca derket Kursiyê û gef li me xwar. Coşkun Kirca derket kurdiyê û got: "Tenê mafekî we heye. Ew jî bêdengbûn e' Ev axaftin dişibiya sepandinên Mêtîngerên Spî yên li dijî mirovên reş. Wê demê ji bo me Kurdan tenê mafê neaxaftinê dida me. Ger ku wekîlek nikaribe bi axive wê demê tu wateya wekîltiya wî tune ye. Wê demê li gel ku Serokê Meclîsê Seyfi Oktay, got "Divê îfadeya wan ne li TEM'ê li Edliyê bê girtin jî dîsa em birin TEM'ê û em 13 rojan di TEM'ê de hiştin."    BERÊ GIRTÎGEH JI BO ME AMADE KIRIBÛN     Alinak, anî ziman ku we demê tişta mêtîngeran li reşikan dikir, li Kurdan dihat kirin û ev yek hêj jî didome. Alinak destnîşan kir ku beriya bên girtin Girtîgeha Hêjmar 9 a Ulucanlarê ji bo wan amade kiribûn û wiha got: "Ev jî xuya dike ku Tansu Çiller, Mehmet Agar û Dogan Gureş  der barê me de ji ewil de biryar dabûn û ev biryar di 2'ê Adarê de xistin meriyetê. 4'ê Mijdarê û 4'ê Hezîrana 2020'an jî dişibin 2'ê Adara 1994'an. Ji wê demê heta niha li dijî siyasetmedarên Kurd tiştek nehat guhertin. Tişta wê demê li dijî Kurdan dihat kirin îro jî heman tişt tê kirin. Tariya wê demê îro tarîtir bûye. Îro ne tenê gelê Kurd, hemû kesên muxalif û bindest rastî heman pêkanînê tên. Îro jî siyaset ji bo mazlum û muxalifan agir e. Divê hemû hêzên muxalif ên li Tirkiyeyê li dijî van kiryaran bibin yek. Ger ku em îro hemû gel û hemû kesên demokrasî û mafên mirovan dixwazin bibin yek em diktarin ji bin vê zilmê derkevin. Îro hemû kolan hatine dagirkirin. Destûr nadin daxuyaniyê jî bidin. Divê HDP li dijî darbeyan hemû projeyên xwe yên sivîl têxin meriyetê."    MA / Adnan Bilen