Dadgehê 6 gundiyên Şêba Jêr girtin 2020-06-06 07:47:03 MÊRDÎN - Li Gundê Şêba Jêr a Dêrika Mêrdînê 6 welatiyên ku sala par hatibûn binçavkirin û îşkence li wan hatibû kirin, eskeran dîsa ew binçavkirin û dadgehê jî ew girtin û şandin girtîgehê.    7 welatiyên Şêba Jêr a Dêrika Mêrdînê di 31'ê Gulanê de eskeran bi ser malên wan de girtin û binçav kirin. Ji 7 welatiyan 1 jê hat berdan û 6 welatî jî sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî der barê 6 welatiyan de biryara girtinê da û şandin girtigehê. Dadgeha Cezayê Sulhê bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" welatî Bedrettin Ozge, Halil Bergin, Aydin Ozdurak, Mahmut Temel, Îbrahim Temel û M. Nezir Demlî girtin û şandin girtîgehê.    Sala par di 17'ê Kanûna 2019'an de eskeran bi ser Gundê Şêba Jêr de girtibû û 8 welatî binçav kiribûn. Welatiyên di bin çavan de îşkence li wan hatibu kurin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê dabûn.