Jinek li Bagcilarê kuştin 2020-06-06 08:00:47   STENBOL - Veysel T. li Navçeya Bagcilar a Stenbolê Miray Yilmaz  kuşt.   Li taxa Kirazli ya Navçeya Bagcilar a Stenbolê zilam jinek kuşt. Zilamê 35 salî Veysel T. (35) bi jina 29 salî Perihan A.re niqaş kir. Piştî niqaşê hevala Perihan A. Miray Yilmaz (37) ket navbera wan û Veysel T. gule berda Mîray Yilmaz. Di bûyerê de Mîray Yilmaz a navbênkarî kir jiyana xwe ji dest da. Polîsên hatin cihê bûyerê ji bo îfadeya Perihan A. bistînin ber birin qereqolê. Kujer Veysel T. jî ji cihê bûyerê reviya.