‘Bi zêdekirina erka notirvanan armanc serweriya li ser kuçeyan e' 2020-06-06 09:06:44 MÊRSÎN – Parêzerên OHD'î anîn ziman ku bi zêdekirina erka notirvanan armanc serweriya li ser kuçe û kolana ye û gotin, şideta ku zêde bûye jî ji ber polîtîkaya bêcezatiyê ye.  Li Tirkiyeyê her diçe şideta polîs û notirvan dikin zêde dibe. Ligel vê îqtidar dixwaze erka notirvanan zêdetir bike û ji bo vê pêşnûmayek berpêşî meclîsê kir. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) pêşnûmaya berpêşî meclîsê hatiye kirin û encamên ku dê ji ber vê pêşnûmayê rû bidin nirxandin.    ŞIDET POLÎTÎKAYEKE DEWLETÊ YE    Parêzer Gazî Încî, diyar kir ku di demên dawî de polîs û notirvan aramî û ewlehiya civakê xistien xetereyê. Încî, destnîşan kir ku zêdebûna pêkanînên şidetê yên polîs û notirvanan polîtîkaya dewletê ye û ev zêdebûn jî ji ber ku îqtidar nikare welat bi rê ve bibe pêk tê. Încî, anî ziman ku gava îqtidareke siyasî rewabûna xwe winda bike hewl dide bi awayine serweriya xwe ya li ser gel pêk bîne û got: "Gava em li pêkanînên di salên dawî de yên li dijî rêxistinên civaka sivîl mêze dikin, aşkereye ku armanc bêdengkirin e. Misyona niha ya hêzên dewletê ji bo tirs, panîk û tepisandinê ye."    ARMANC SERWERIYA LI SER KUÇEYAN E    Parêzer Ozgur Çaglar jî destnîşan kir ku sedema zêdekirina erka notirvanan ew e ku bi zext û tirsê civak bê birêvebirin. Çaglar, got: "Sedemên zêdekirina erka hêzên dewletê gelek in, lê bi awayekî giştî mirov dikare bêje ji ber ku îqtidara siyasî rûxiyaye wiha dike. Ji bo muxalefet bê tepisandin qanûnan çêdike. Îqtidar bi van qanûnan dixwaze kuçeyan têxe bin serweriya xwe. Niha li her kuçeya em leqayî notirvanan tên, ev ne tiştekî asayî ye. Li kuçeyan bûne pêkhênerê rejîma tirsê. Tişta ku îqtidara siyasî dixwaze bike pir aşkereye, dixwazin bêjin; 'Êdî em nikarin vî welatş bi rê ve bibin. Em dixwazin bi zextan muxalefetê têxin bin kontrola xwe.' Ji bo vê jî hejmara hêzên dewletê û erka wan zêde dike."    Her wiha Çaglar destnîşan kir ku sedema şideta ku polîs û notirvan dikin jî ji ber polîtîkaya bêcezatiyê ye û ev pêkanînên bêcezatiyê jî nexasim di salên dawî de zêdetir bûye. Çaglar, anî ziman ku ev qas erk û hêz tê wateya binpêkirinê.   MA / Ergîn Çaglar