Armanca wan li kuçeyan piştevaniyê xurtir bikin 2020-06-06 09:11:36 STENBOL – Di dema şewbê de gelek kesên bêmal li derve man. Tevna Piştevaniyê ya Kadikoyê jî li gor derfetên xwe alîkariya van kesan dike. Endama tevnê Melîs Akyurek, diyar kir ku hewl didin piştevaniyê li kuçe û kolanan xurt bikin û ji bo piştevaniyê bang her kesî kir.  Tevna Piştevaniyê ya Kadikoyê ku piştî şewba coronayê ji bo alîkariya mirovên pêdiviya wan bi alîkariyê heye bike hat avakirin, heya niha gelek tişt kirine. Tevnê, ji bo xebatkarên tenduristiyê û welatiyan amûrên parastinê yên li dijî şewbê peyda kirine û niha jî du meh in xwarinê li kesên ku li derve ne û bêmal in bela dike.    Endama tevnê Melîs Akyurek, anî ziman ku bi şewbê re mirovên li derve diman bi çarenûsaa xwe re rû bi rû hatine hiştin û got, derfetên van mirovan ên ku xwarinê çêbikin tuneye.    Akyurek, diyar kir ku ewilî xwarin li kafeyeke ku dilxwazê Tevna Piştevaniyê ye çêkirine dû re li malên dilxwazên tevnê çêkirin û xwarin birine taxan û bi saya vê yekê wan û welatiyên li kuçeyan dijîn hev du nas kiriye.    ‘EM PIŞTEVANIYÊ BI RÊXISTIN DIKIN'    Akyurek, anî ziman ku tevna piştevaniyê ne saziyeke alîkariyê ye, tenê hewl didin piştevaniyeke wekhev di navbera mirovan de çêbibe û got: "A ku em dikin ne rêxistinbûyîna xwarinê û alîkariyê ye. Piştevanî bi xwe ye."    Akyurek, destnîşan kir ku ew vê yekê jî tenê li kuçe û kolanan dikin û got: "Em bibîr dixin ku em û wan pev re dijîn, ew bi tenê ne." Akyurek bang li her kesî kir ku bibin perçeyek xebatên wan.