Her sal 200 cotkarên Hewagê dest ji çandiniyê berdidin 2020-06-06 09:39:06 RIHA - Serokê Odeya Çandiniyê ya Hewagê Fûat Almas, diyar kir ku ji ber polîtîkayên çandiniyê û pêkanînên DEDAŞ'ê cotkar di rewşeke zehmet de ne û got: "Ji ber van pirsgirêkan her sal 200 çotkar dev ji çandiniyê ber didin."   Li navçeya Hewag a Rihayê îsal ji ber terezê zirarek mezin gihaşt darên fisteqan. Bi vê re prisgirêkên çotkaran girantir bû. Li aliyê din pêkanînên DEDAŞ'ê jî pirsgirêkên heyî girantir kirine û ji ber wê cotkar mexdûrtir bûne. DEDAŞ, fatûreyên giran li cotkaran dibire û ceryana cotkaran qut dike. Ji ber van pêkanîn DEDAŞ'ê li bajêr gelek kesan dev ji çandiniyê berdaye. Serokê Odeya Çandiniyê ya Hewagê Fûat Almas, polîtîkayên der barê çandiniyê, rewşa cotkaran û pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû dimînin nirxand. Almas, anî ziman ku Beriya Bazikê beriya çandinî û çotkariyê ye û wiha got: "Li vê beriyê fisteq, zeytûn, nîsk, pembû, pinçarê şekir,  genim, îsot, bacan û gelek nebatên din tên çandin. Li ser 500 hezar dolim erd darên fisteqan ên herî kêm 10 salî hene. Ji ber terez (zîpik) ji sedî 70’ê darên fisteqan zerar dîtin. Îsal sala fisteqan bû. Lê îsal jî terezê lê xist. Ji ber vê yekê rewşa çotkaran zor e."    COTKAR NIKARIN DEBARA XWE BIKIN   Almas, destnîşan kir ku êdî çotkar nikarin bi çandiniyê debara xwe bikin û wiha lê zêde kir: "Di pêvajoya şewbê de jî çotkarna dîsa çandinî kir. Cotkar bi hawara kesên li mal diban û xwarin birin ser sifreya wan. Lê di vê pêvajoyê de hikûmetê tu piştgirî neda çotkaran. Cotkar êdî nikarin çotkariyê bikin. Ger ku piştgirî tune be nikarin çotkariyê berdewam bikin. Ji ber ku çotkarî faîz û deyn dikin û çandiniyê dikin. Mahsulê xwe difiroşin didin deynan.    Almas, anî ziman ku bedelê kirêkirina dolimek zeviya bê av sala par 35-40 hezar tl bû, îsal heqê kirê 70 hezar tl ye. Kirêkirina dolima zeviya avê sala par 80 hezar tl bû îsal 140 hezar tl ye. Ev yek li gorî enflasyonê zêde dibe.    DEDAŞ CEYRANÊ QUT DIKE   Almas, bal kişand ser helwesta DEDAŞ’ê jî û wiha got: “DEDAŞ li ser çotkaran terorê pêş dixe. Cotkarên ku deynê wan hebe ceyranê ji ser wan qut dike. Niha Karên Avê ya Dewletê (DSİ) jî li ser vê yekê zêde bû. Niha DSÎ hebatê çotkaran bloke dike. Niha çotkar nikarin heqê piştgiriyê bidigirin. Ku çotkar nikaribin piştgiriyê bistînin dê heqê gubre, mazot û îlacê çawa bistînin. Cotkar serê dolimê 190 TL pere dide. Ger ku wisa bidome di nava 5 salan de êdî hûn li beriya Hewagê çandiniyê nabînin. Êdi  dê kes çandiniyê neke. Niha 200 çotkaran dest ji çandiniyê berdan. Terka Odeya Çandiniyê kirin.    COTKAR HER MEH 781 TL DIDE SAZIYÊN DEWLETÊ    Almas, anî ziman ku çotkar her meh 781 tl pere dide saziyên dewletê û wiha bi dawî kir: "Divê Bag-Kur  pere ji çotkaran nestîne. Li aliyekî pere dide DSÎ û DEDAŞ'ê, li aliyê din dide Bag Kurê û qezenca çotkaran namîne. Me projeya enerjiya rojê pêşkêşî wezaretê kir. Lê red kir. Ger ku ev proje ketibûya meriyetê, Pereyê ku dida ceyranê dê ji sedî 30 dabûna û ji sedî 70 jî dê qezenç kiribûna. Niha ji sedî 45 heqê ceyrana Yekîtiya Avdaniya Ataturk dewlet dide. Li gel vê piştgiriya dewletê çotkar serê her dolimê 190 tl dide DEDAŞ'ê. Piştî 2022’an çotkar dê herî kêm 500 tl bide."    MA / Bariş Polat