Xebata Tifaq a Kurdîstanî: Xistina parlamenteriya parlamenteran têkçûna demokrasiyê ye 2020-06-06 12:01:25 AMED - Xebata Tifaq a Kurdîstanî, derbarê xistina parlamenteriya Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Enîs Berberoglû de daxuyaniyeke nivîskî weşand û xistina parlamenteran weke têkçûna demokrasiyê bi nav kir.   Xebata Tifaq a Kurdîstanî, derbarê girtin û xistina parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Xebatê, destpêka daxuyaniya xwe de pêvajoya xistina parlamenteriya parlamenteran û girtina wan bi bîr xist û diyar kir ku titşa ku hatiye kirin têkçûna demokrasiyê ye.   DAXWAZA ÎZAHKIRINÊ YA JI ŞENTOP   Xebatê, da zanîn ku bi xistina parlamenteriya parlamanenteran vîna gel a ku wekîlên xwe bi dengên xwe hilbijartiye hatiye xespkirin û xwest ku Serokê Meclisê Mûstafa Şentop ve yekê ji raya giştî û dengdêrên ku deng dabûn van parlamenteran re îzah bike û wiha got: “Muxalefeta sereke CHP ku di 20’ê gulana 2016 an de biryara daxistina destnedana wekîlan qebûl kiribû divê lêborînê ji gel bixwaze. Îro li Kurdan zilm tê kirin û mafên wan tê binpêkirin, siberojê dê li kesên ku temaşe dikin jî bê kirin.   BEDENGÎ KÛRBÛNA MEXDÛRIYETAN E   Di berdewamê de Xebatê, zextên ku li ser kurdan tên meşandin bi bîr xist û derbarê mijarê de ev tişt got: “Rûxandina Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedîrxan a li Sêrtê, li Efrînê derxistina kurdî ya ji nav bernameya perwerdehiyê, girtina siyasetmedarên kurd û êrîşên li hember siyaseta demokratîk û sivîl nayê qebûlkirin. Em sepanên antîdemokratîk ku ji rêzê tên dîtin û vê hişmendiyê meşrû nabînin. Têkoşîna li hemberî vê hişmendiyê, tevî kurdan berpirsiyariya lezgîn û sereke ya muxalefetê ye jî. An bi şirîkatiya hemû mexdûran dê têkoşîn bê kirin, an jî em ê bêdeng bimînin û bi mexdûriyetên kûr û mezintir re rû bi rû bimînin.”   ÇARESERÎ YEKITÎ Û TEKOŞÎNA HEVPAR E   Xebatê, xwest ku di serî de CHP û hêzên xurt ên siyaseta demokratik dest bidin hev û li hemberî zextên siyasî û zilmê têbikoşin û ev tişt anî ziman: “Riya çareseriya Pirsgirêka Kurd a mayînde, ne siyaseta ewlehiyê ya ku nîşaneya zilm û têkçûnê ye. Çareserî, bi siyaseta aştiyane û hûmanîst pêkan e. Ji bo ku li vî welatî demokrasî bêhn vede, çareseriyeke demokratik, sivîl û aştiyane divê. Riya hêz û serkeftinê di yekitiyê de ye.”