Xizmên windayan aqûbeta Aydogan pirsîn 2020-06-06 13:33:05   AMED – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan, di hefteya 591’emîn de aqûbeta Nîhat Aydogan ku beriya 25 salan ji aliyê leşkeran ve ji mala xwe hat girtin û careke din agahî jê nehatin girtin, pirsîn.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, di hefteya 591’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ser hesabê medya civakî yê komeleyê li dar xistin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Parêzer Hasan Yalçin axivî û aqûbeta Nîhat Aydogan ku di qanûna 1994’an de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve ji mala xwe hatibû girtin û carake din agahî ji nehatibû girtin, pirsî.   JI BER ZILMA LI BAVÊ XWE LAL DIBE   Parêzer Yalçin, di daxuyaniyê de çîroka windabûna Aydôgan bi hurgilî vegot û diyar kir ku Aydogan ji aliyê leşker û cerdevanan ve ji mala xwe hatiye derxistin û wiha got: “Dest û çavê Aydogan girêdan û çoka wî şikandin û li ber çavên zarokên wî îşkence lê kirin. Keça Aydogan a 12 salî ku li ber çavê wê ev zilm li bavê wê hat kirin, lal bûn. Destpêkê Aydogan birin Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Midyadê û ji vir jî birin Fermandariya Navendî ya Mêrdînê. Li Fermandariya Navendî ya Mêrdînê, 15 rojan îşeknce û memeleya xerab li Aydogan hat kirin.”   Yalçin, da zanîn ku ji girtinê şûn de 25 sal in careke din agahî ji Aydogan nehatiye girtin û hemû hewldanên hiqûqê yên hevjîna Aydogan Halîme Aydogan bê encam mane.