Cenaze xistin baxaca maşinê û li gundan gerandinZarok jî di navde 7 welatî bi îşkenceyê binçav kirin 2020-06-06 14:13:18 MÊRDÎN - Eskeran li Navçeya Mahsertê ya Mêrdînê piştî qedexeya derketina kolanan operasyon li dar xistin. Eskeran di operasyonê de zarok jî di navde 7 welatî binçav kirin û cenazeyek jî xistin baxaca texsiyê û gund bi gund gerandin.    Walîtiya Mêrdînê aşkere kir ku li gundên Xirbêmamitê, Xanîsora, Kewarêxê û Yestê ji ber operasyona eskerî qedexeya derketina derve îlan kirine. Hat fêrbûn ku  tîmên Tevgera Taybet a Cendirmeyan (JOH) tev li operasyonê bûne û bi ser gelek malan de girtine. Tîmên Taybet ên Cendirmeyan di serdegirtina malan de li malan lêgerîn kirine û alavê malan tev li hev kirine. Endamên JOH'ê, di serdegirtina malan de şêniyên malê ku di navde zarok, dayik û bav jî hene îşkence kirine û neheqî li wan kirine. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di serdegirtina malan de di navde zarok jî hene 7 kes binçav kirine. Hat hînbûn ku welatî Mehmet Nezîr Bilgiç (52), Kazim Dag (50), Sultan Bîlgîç (46), Ferhat Ortaç (18) M.B. (17), S.Y. (16) û Ş.D. yên 15 salî ji di navde 7 kes bi idîaya "alîkarî kirine" binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê. Walîtyê jî diyar kir ku 7 kesên i şik hatine binçavkirin.   CENAZE GUND BI GUND GERANDIN   Her çend Walîtiya Mêrdîn û Wezareta Karên Hundir diyar kir ku di şer de 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane jî gundiyan diyar kirin ku cenaze xistine baxaca maşînê û li gundan gerandine. Gundiyan anîn ziman ku eskeran cenaze nîşanî wan daye û gotine 'Hûn vîya nas dikin? Ji gundê ye we?" Gundiyan jî diyar kirin ku nizanin ku cenazeyê nîşanî wan dan HPG’î ne ya na.