Nexweşên Covît-19 li Riha û Şirnexê zêde dibin 2020-06-07 08:49:28   RIHA/ŞIRNEX - Li Riha û Şirnexê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa Covît-19 ketine zêde dibe. Li Şirnex û Rihayê gelek gund û tax xistin qarantînayê.    Li Navçeyên Eyyubiye û Karakopru yên Navenda Riha û navçeyên Sîwereg, Bîrecîk û Wêranşar ên Rihayê ji ber vîrûsa Covid-19, 11 avahî heta 14 rojan xistin qerantînayê. Dîsa li Bîrecîkê gundek, li Sîweregê gundek û li Xalfetiyê jî gundek bi giştî 3 gund xistin qerantînayê.    ŞIRNEX    Li gundên Ernebat ê Cizîrê 3 welatî bi şewba vîrûsa Covît-19 ketin. Welatî R.E., bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li Hezexê jî welatiyên bi şewbê ketin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Gundê ku şewb lê derket holê, tê gotin ku dibe hêjmara kesên bi şewbê zêde be.