Nivîskar Tûnç: Ji bo propagadaya xwe ya reş li tiştekî digerin 2020-06-07 09:02:37   ÊLIH - Bi hinceta "heqaret kiriye" der barê nivîskar Azîz Tûnç de doza zevtkirinê hat kirin. Tûnç, got: "Bi vê dozê re ji bo propagandaya reş a ji bo girtina HDP'ê tê kirin ji xwe re li tiştekî digerin."    Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogû Perînçek, bi hinceta ku nivîskar Azîz Tûnç ku di nivîsa xwe ya di malpera alevi.net'ê de heqaret li wî kiriye, giliyê Tûnç kiribû. Piştî vê lêpirsîn hatibû destpêkirin û paşê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê Tûnç de îdianame amade kiribû û biryar hatibû girtin bê zevtkirin. Lê belê ji ber ku Tûnç li derveyî welat e nehat binçavkirin.    ARMANC TIRSANDINA ELEWIYAN E    Nivîskar Azîz Tûnç, bibîr xist ku nêzî sê sal berê ev nivîs nivîsandiye û got, nûçeya ku bêyî haya wî jê hebe hatiye weşandin li gor armanca polîtîk a Perînçek û şirîkên wî hatiye amadekirin û provakasyon bi xwe ye. Tûnç, destnîşan kir ku armanca sereke ya nûçeyê tirsandina ewleiyan e ku piştgiriya vê pergalê nekin û got, sedema dozê tenê ne ev nivîs e. Tûnç, got: "Dixwazim di serî de bêjim; sedema sereke ya vê dozê tê xwestin HDP'ya ku bi serbilindî endamê wê me, bê girtin. Hem ji hêla wext hem jî ji hêla naverokê gava mirov lê mêze dike, a tê xwestin ev e. Daneya ewil a îşaret bi vê dike; wekî tê zanîn di demên dawî de HDP pir tê nîqaşkirin. Pergal xitimiye, hêzên polîtîk ên heyî baweriyekê nadin. Ev jî dibe sedem ku HDP a cihê hêviyê e xurtir dibe. Girêdayî vê hêzên polîtîk hemû yên pergalê û nexasim jî Perînçek û yên derdora wî ji bo girtina HDP'ê pir tev digerin.  Bi vê dozê re ji bo propagandaya reş a ji bo girtina HDP'ê tê kirin ji xwe re li tiştekî digerin."    Tûnç, anî ziman ku Perînçek çawa ku duh dijminatiya Îbrahîm, Denîz, Mahîr kiribe niha jî bi heman awayî ya Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari, HDP, kurd, şoreşger û elewiyan hemûyan dike.    MA / Metîn Yoksû