Hamît Dilbahar: Azadî bi têkoşînê ve girêdayî ye 2020-06-07 10:12:13 WAN – Nivîskar Hamît Dilbahar ê ji girtîgehê hat berdan, got: “Me çawa têkoşîna demokrasiyê li derve bi rêve bir û di girtîgehê de me çawa li ber xwe da, em ê heya dawiya emrê xwe jî, vê têkoşînê bidomîn in. Kes nikara têkoşîna azadiya mirovan bifetisîne.” Endamê Meclîsa Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) û nivîskar Hamît Dûman (Dilbahar) ê di 13’ê Sibata 2010’an de di çarçoveya operasyonên KCK’ê yên li Wanê hat bi rêvebirin de hat girtin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 16 cezayê girtîgehê lê hatibû birîn piştî 10 sal û 3 mehan ji girtîgehê hat berdan. Dilbahar ê hat berdan, operasyonên KCK’ê nirxandin û salên xwe yên di girtîgehê de derbas kirin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot.    Dilbahar, diyar kir ku her ku têkoşîna demokrasiya gelê kurd bilind dibe, bi komployan re rû bi rû dimîne û wiha axivî: “Yek ji van komployan jî operaysonên dibin navê KCK’ê yên di sala 2009’an de dest pê kirin bû. Bi hezaran kes ji ber van operasyonan hatin girtin. Ez jî di encama vê operasyonê de hatin girtin. Tekane armanca vê operasyon û komployê, şikandina vîna gelê kurd bû. Dixwestin bi van operasyonan berxwedana gelê kurd bişkînin. Lê gelê kurd li hemû qadên jiyanê li dijî vê komployê têkoşîna xwe bi rêve bir. Ji girtîgehan bigirin heya kolanan, ev êrîş hatin vale derxistin. Îro jî, gelê kurd ligel hemû êrîşan jî, têkoşîna xwe ya azadiyê dewam dike.”     LI GIRTÎGEHAN ZEXT ZÊDE DIBIN   Dilbahar, anî ziman ku li girtîgehan mîna kolanan jî zext pir zêde bûne û wiha got: “Di her pêvajoyê de, girtîgeh dibin hedefa êrîşan. Li girtîgehan zext, binpêkirinên mafan û tecrîda girankirî dewam dikin. Bi taybetî, bi şewba vîrûsa koronayê re gelek mafên girtiyan hatin binpêkirin. Desthilatdarî, dixwaze vê vîrûsê ji bo xwe veguherîne firsetê. Ji ber vê bin pê kirinên mafan ên li girtîgehê zêdetir kir. Ev rewş ji polîtîkayên navendî ne serbixwene. Hemû aktîvîteyên di girtîgehan de qedexe kirine. Vîrûs kirin hincet û destûr nadin ku mirov li girtîgehan bên gel heve. Dîsa destûrê nadin ku weşanên bi kurdî bikevin girtîgehan. Weşanên bi kurdî asteng û qedexe dikin. Di heman demê de bi hezaran girtiyên nexweş hene. Bêguman berxwedana girtiyan a li dijî vê dewam dike. Ji xwe di saya vê berxwedanê de tu carî nikarin encam bi dest bixin.”    DIXWAZIM JI BO ZIMANÊ KURDÎ BIBIM DILOPEK   Dilbahar, da zanîn ku nêzî 11 salan di girtîgehê de ma û wiha bilêv kir: “Di vê pêvajoyê de, ez li ser zimanê kurdî xebitîm. Dîsa min li ser çand, huner û wêjeyê xebatên xwe bi rêve birin. Min jî mîna her kurdekê heya ji destê min hat li ber xwe da. Min gelek berhem amade kirin. Ezê li derve van berhemên xwe di ber çavan re derbas bikim. Ezê hewl bidim ku wan bixim xizmet gelê xwe. Ez dixwazim ji bo zimanê kurdî bibim dilopke. Ez ji girtîgehê derketim, lê tekane daxwaza min ewe ku hemû hevalên me yên girtî bên berdan.”    'AZADÎ BI TÊKOŞÎNÊ VE GIRÊDAYÎ YE’    Dilbahar, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Heya ku gelê kurd û gelên din, azad nebin, ne pêkane ku kes azad bibe. Azadî bi têkoşînê ve girêdayî ye. Me çawa têkoşîna demokrasiyê li derve bi rêve bir û di girtîgehê de me çawa li ber xwe da, em ê heya dawiya emrê xwe jî, vê têkoşînê bidomîn in. Kes nikare têkoşîna azadiya mirovan bifetisîne. Dibe ku mirovan bikujin, lê tu carî nikarin têkoşîn û azadiya wan bikujin. Gelê kurd ji bo vê gelek bedel dan. Divê êdî ev şer bi dawî bibe. Gelê kurd teqez wê têkoşîna xwe ya demokrasiye ber bi serkeftinê ve bibe.”   MA / Adnan Bîlen - Dîndar Karataş