Di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin 2020-06-07 10:42:27   AMED - Li Amedê, di serdegirtina maan de, endamên HDP, DBP û Komeleya Jinan a Rosa jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.   Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, li bajêr bi ser malan de girtin. Di serdegirtinê de endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Eşref Mamedoglû, endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ramzan Dengîz, endama Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbilen, rêveberê HDP’ê yê berê Hasan Kale û Serokê Şaxa Hejmara 1 a DÎSK Genel-Îş a Amedê Hasan Hayrî Eroglû hatin binçavkirin.    Derberê  endamê Komeleya Jinan a Rosa Gulîstan Nazlier de jî biryara binçavkirin hebû û ji ber ku di serdegirtina malê de ne li mal bû, nehat binçavkirin.    5 kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê.    Hat ragihandin ku dibe ku hejmara kesên bên binçavkirin zêdetir bibe.