Leyla Xalid ji bo piştevaniya HDP’ê peyam şand 2020-06-07 10:43:05 ENQERE - Endama Polîtburoya FHKC’ê Leyla Xalid, derbarê girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û parlamentere HDP’ê Mûsa Farisogullari de peyam şand û wiha got: “Em Fîlîstînî jî, ji ber dagirkeriya Siyonîst heman êşan dijîn. Emê bi hevre qezenc bikin.”  Endama Polîtburoya Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê (FHKC) Leyla Xalid, derbarê betalkirina parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullarî û girtina wan de, peyama piştevaniyê şand.    Xalid di peyama şand de wiha got: “Rêhevalên xoşewîste; em xemgîn bûn ku hûn rêhevalên me yên ku em ji we hes dikin û rêzê didin we hatin girtin. Ez li ser navê gelê xwe û rêhevalên xwe, piştevaniyên xwe ji were û girtiyên di girtîgehên Tirk de pêşkêş dikim. Em Fîlîstînî jî, ji ber dagirkeriya Siyonîst heman êşan dijîn. Ji kerema xwe re silavên min li hemû rêhevalên di girtîgehan de bikin. Em ê bi hevre qezenc bikin! Rêhevala we Leyla Xalid.”