Li Qamişlo êrîşa întîharî pêk hat 2020-06-07 17:00:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taxa Hilko ya Qamişloyê kesekê êrîşa întîhar pêk anî.    Hat diyar kirin ku li bajarê Qamişlo ya girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesek ciwan bombeya li ser xwe teqand û êrîşa întîharî pêk anî. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), teqîn li derdora saet 15.15 pêk hat. Hat diyar kirin ku êrîşkar mir û zirara madî li derdorê bû. Yek ji şahidên bûyerê Enter Ebû Zeyid, diyar kir ku êrişkar xwe li nêzî avahiya ku lê derket teqand. Zeyîd, da zanîn ku dema dengê teqînê bihîst ji  malê derket û gava li derdora xwe mêze kir dît ku êrîşkar li erdê miriye.