Komên çekdar li Efrînê Melek revandin û qetil kirin 2020-06-07 17:21:20   ŞEHBA - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku komên çete yên girêdayî TSK'ê li Efrînê Melek Nebî Xelîl a 16 salî revandin û qetil kirin. Cenazê Melekê li gundewarên Ezazê hate dîtin.   Komên çekdar ên li Efrînê Melek Nebî Xelîl a 16 salî revandin, kuştin û avêtin nava zeviyê. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku cenazeyê Melek Nebî Xelîl li zeviyên gundê Fêrziyê yê rojhilatê bajarê Ezazê hatibû avêtin. Çavkaniyên herêmî da zanîn ku Melek Nebî Xelîl 16 salî ye û ji gundê Derwîş ê navçeya Şera ye. Çeteyên koma Nuxbê ya çeteyên Firqet Sultan Murad 23’yê Gulana derbasbûyî Melek revandibû. Beriya çend rojan dîmenên jinên çeteyên Firqet Hemzat ên revandina  û di girtîgehên li kantona Efrînê ya dagirkirî de îşkence dikin, li ser malperên civakî hatibûn belavkirin.