Kela Rabat di 2 salan de wêran bû 2020-06-08 09:09:16 MÊRDÎN - Keleha Rabat a Dêrika Mêrdînê di nava 2 salan de ji aliyê gencîneran ve hat rûxandin û talan bû. Wêneyên berê û niha yên kelehê nîşan dide ku keleh di nava 2 salan de çiqa wêran bûye.  Li Navçeya Dêrike ya Merdînê Kela Rabatê ji ber nayê parastin û gencîneger li xezînê digerin hemu keleh talan û wêran kirine. Keleha Rabatê ya Dîrokî hem ji ber Santrala Enerjiya Ba (RES)  li heremê bê avakirin û hem jî ji ber gencîneger hildiweşînin talan û wêran dibe. Keleha Rabat ku tê gotin ji serdema Romayan ve maye, niha ji ber nayê parastin û tê xerakirin talan û wêran bûye. Keleha dîrokî ku şahidiya diroka gelek şaristaniyan dike niha talan û wêran dibe. Wêneyên kelehê yên berê û îro nîşan dide ku keleh çiqas hilweşiya ye û talan bûye. Li keleha ku dêr, qesr û gelek warên dîrokî lê heye, gelek jê rûxiya ye. Kevirên kelehê tên dizîn û hildiweşe.    Li gel ku keleh di lîsteya Parastinê ya Hebûnên Çanda Di Bin Parastinê de ne jî nayê parastin. Fîgurê roj, heyv, Şêr, û gelek remzên din temsîl dike yek bi yek ji cihê wê tê rûçikandin. Keleh ji nava 2 salan de talan û wêran bû. Wêneyên beriya 2 salan û piştî 2 salan asta rûxantin û talankirina kelehê nîşanî me dide.      Welatiyên herêmê bertek nîşanî rûxandinê dan û xwestin keleh bê parastin û ji nûve bê tamîrkirin.        MA / Ahmet Kanbal