Dadgehê îtîraza ji bo 12 kesan red kir 2020-06-08 11:49:55   AMED – Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinan a Rosa de hatibû destpêkirin 12 kes hatibûn girtin û li dijî girtina wan îtîraz hatibû kirin. Dadgehê îtîrazê red kir.   Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Komeleya Jinan a Rosa de lêpirsîn dabû destpêkirin û div ê çarçoveyê de 12 kes li ser îfadeyên “A53T61MCTS21SS92” ê şahidê nepen di 24’ê gulanê de hatibûn girtin. Parêzerên 12 aktîvîst û siyasetmedaran îtîrazî girtina miwekîlên xwe kirin. Dadgehê îtîraza parêzeran red kir.   Seroka Komeleyê Adalet Kaya, endama avakar û kurdolog Narîn Gezgor, rêvebera Komeleyê Fatm Gultekîn, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad(TJA) û endama Komeleyê Gulcîhan Şîmşek, Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan, Endama Desteya Rêveberiya Navendê ya HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevseroka Rêxistian HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici, Endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê Gonul Aslan û Veysî Kûzû, endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevîm Coşkûn, endamên HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, endamê Meclîsa DBP’ê Celal Yoldaş hatibûn girtin.   Kurê Gonul Aslan, Dilgeş ê 3 salî ku ji gurcikên xwe nexweş e li gel dayika xwe hatibû girtin.