Endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê Engîn jiyana xwe ji dest da 2020-06-08 12:20:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Rêveber a PKK'ê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn di êrişa hewayî ya 27'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest daye.    Komîteya Rêveber a PKK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê Komîteya Navendî Kasim Engîn di êrişa hewayî de ya 27'ê Gulanê jiyana xwe ji dest daye. Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku endamê ê Navendî Kasim ENGÎN (Îsmaîl Nazlikûl) 27'ê Gulanê di êrişa hewayî ya TSK'ê de li qada Bradostê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest daye. Komîteyê sersaxiyê ji malbata wî re xwest.