Bavê esker: Kurê min kuştin 2020-06-08 13:04:50 MÊRDÎN - Malbata esker Mustafa Araz ê ku gotin 'Li Babaeskî întîhar kiriye' bi gumana kurê wan hatiye kuştin serî li serdozgeriyê dan. Bavê Mustafa Araz Hasan Araz, diyar kir ku li ser bedena kurê wî şopê lêdanê hebûn û got: "Kurê min kuştin û avêtin holê."    Esker Musataf Araz li Navçeya Babaeskî ya Kirklarelî dema li 1'iemîn Fermandariya Tugaya Zirxî eskerî dikir, di 12'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Rayedarên eskeriyê li malbatê geriyan û gotin 'kurê we întîhar kiriye." Piştî lêpirsînê malbata Araz serî li sedozgeriyê dan û diyar kirin ku kurê wan hatiye kuştin. Hevalên Araz ên îfade dan jî diyar kirin ku tu pirsgirêkê Araz tune bû û ne kesekî ku întîhar bike ye. Malbata Araz a li Navçeya Kaxizman a Qerê dijî serî li dozgeriyê dan û gilî kirin. Malbatê bi sucdariya "Bi zanebûn kuştine" "Îşkence kirine" û "Erka xwe xerab bikar anîne" li Dozgeriya Komarê ya Babaeskî gilî kir û xwest berpirsiyar bên darizandin.      Bav Hasan Araz, diyar kir ku wî cenaze dîtiye û şop li ser bedena wî hebûn û wiha got: "Min kurê xwe saxlem şand eskeriyê. Lê wan cenaze ji mere şandin. Tu pirsgirêkên wî tune bû. Êvarî li me geriya. Roja din fermandarêwî geriya got 'Rakirine nexweşxaneyê. Roja dîtir gotin cenaze li pişt avahiyekê dîtine. Em bawer dikin ku kurê me kuştine. Kuştin û avêtin wê ortê."     MA / Ahmet Kanbal