Tevahiya Navçeya Karazê xistin qerantînayê 2020-06-08 15:28:44   AMED – Navenda navçeya Karaza Amedê ji ber zêdebûna şewba vîrusa koronayê bi temamî karantîna sepandin.   Li navenda navçeya Karazê ya Amedê hejmara nexweşên şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) zêde bûne. Di çarçoveya tevdîrên koronayê de li navenda navçeyê karantîna hat sepandin. Hat gotin kesek bi armanca dê biçe leşkeriyê ji Stenbolê hatiye malbata xwe ziyaret bike, korona lê hatiye tespîtkirin. Li ser vê yekê komên tenduristiyê ketin tevgerê û kesên bi wî kesî re temas kirine test kirin. Di encama testên hatin kirin de testa koronayê ya gelek kesan pozîtîf derket. Li ser vê yekê Desteya Hifzissihha ya Navçeyê bi armanca tevdîran li navenda navçeyê karantîna ragihand.