Êrîşî gora Rojnameger Akdemir kirin 2020-06-08 15:34:46   AMED - Malbata Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemir ê di sala 1992’de di êrîşa çekdarî di jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wî ew bibir anîn. Malbatê di ziyaretê de dît ku gora Hafız Akdemîr hatiye rûxandin û wêneyê li ser kêlê gorê hatiye jêkirin.    Malbata Akdemîr, nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 8’ê Hezîrana 1992’yan de li navçeya Sûrê ya Amedê hat qetilkirin, li ser gora wî ya Sîsê bibîr anîn. Malbata ku ji Amedê çûn Sîsê û Hafiz Akdemîr li ser gora wî bibîr anin dîtin ku kêlên gorê hatine rûxandin û wêneyê Hafiz ê li ser gorê hatiye jêkirin. Malbatê bertek nîşanî vê yekê da  û got: "Ev şerma mirovahiyê ye. Hûn çi ji gora kesê jiyana xwe ji dest daye dixwazin. Şikandina gorê sûcê mirovahiyê ye."    Gora Hafiz Akdemîr 28 salin li Goristana Sîsê ye. Nehat zanîn ku kê û kengî gora Hafiz hilweşandine.