ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-09 09:00:24 *  Li Tûşbayê esnafên sîteya pîşesaziyê ji ber rêyên xirabe, ceryan û çopan zehmetiyê dikişînin. Esnafan anî ziman ku gelek caran serî li şaredariyê dane lê belê tiştek nehatiye kirin.  * Piştî dinya germ bû, şirnexiyan jî bi tirpanê dest bi çinîna guha kirin. Di ber çinînê re jî distrên.    * Li Pirsûsê Zahîde Zeren ku rojê 11 saetan li nav erdên reşkeyan (kîmyon) bi 70 TL'yş dişixule, bal kişand ser şert û mercên zehmet ên kar û got: "Bi vedirûtina reşkeyê tiliyên me giş terikîne."    * 25 komele û weşanxaneyên kurdî bi awayekî onlîne kursên kurdî dabûn destpêkirin. Hat diyarkirin ku 2 hezar û 70 kes beşadarî van kursên onlîne bûne.    *  Parêzerên ku bi hinceta der barê wan de lêpirsîn heye ruhsatên wan hatine betalkirin, rewşa xwe wekî "Mirina sivîl" pênase kirin û gotin "Em ê  li dijî mirina sivîl têbikoşin.    * Şêniyên gundê ku 27 roj in ceryana wan hatiye qutkirin, gotin: "Hikûmet piştgiriya zilma DEDAŞ'ê dike."    * Hevserokê Şaxa SES’ê ya Şirnexê Ûmût Çîmen, diyar kir ku sedema zêdebûna weqayên vîrûsa koronayê yên li Şirnexê xemsariya rayedaran e û ev tişt got: “Di dewetan de zincîrên vîrusê çênekin. Bêyî berdevk dernekevin derve.”   * Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen, diyar kir ku ji bo ku qeyûm tayînî Şeredariya Qersê bê kirin, hin kom amadekariyên cuda dikin û gotin: “Em ê hemû xebatên ji bo bajêr bi lezgînin bikin. Ger siyasetek cuda pêş bikeve jî, em ê hesabê vê bidin gel.”    * Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît îdia kir ku dibe Tirkiye û Rûsya di hêza hewayî de li qada hewayî ya Sûriyê rûbirû bimînin.   * Danişîna doza Endamê Grup Yorum Alî Araci yê girtî tê darizandin dê li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin (11.30)   * Odeyê Tabiban a Stenbolê, SES û Dev-Saglik Îş, dê têkildarî kuştina Ayşegul Akturk li pêş nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sureyyapaşa daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, dê li avahiya KCD'ê têkildarî geşedanên rojê daxuyaniyê bide. (10.30).