27 roj in bê ceryan û av in 2020-06-09 09:16:53 MÊRDÎN - Şêniyên gundê ku 27 roj in ceryana wan hatiye qutkirin, gotin: "Hikûmet piştgiriya zilma DEDAŞ'ê dike."  Li zêdetirî 40 tax û gundên girêdayî navçeya Qoser û Dêrik a Mêrdînê 27 roj in ceryan hatiye qutkirin. DEDAŞ'ê di 14'ê Gulanê de bi hinceta "Deynê xwe nedane" ceryan biriye. Piştî ceryan hatiye birîne pompên avê jî naşixulin.    Amûdê Taşkiran (74) ku li gundê Selmê yê Dêrikê dimîne anî ziman ku nexeş e û got: "Bi şev carinan ji nişkave bêhna min diçike. Amûra min a hilmijînê tim li cem min e. Heger bi kar neynim ez ê bimirim." Taşkiran, diyar kir ku jiber qutkirina ceryanê pir mexdûr bûne û got: "Doza çi li me dikin? Em nikarin avê jî bikişînin. Li mala me dilopek av jî tuneye. Niha bimirim wê kes nikaribe min bişo jî. Bila ceryan û ava me berdin. Mala me xera kirin. Êdî em bi mirinê re rû bi rû hiştine."    'MERIV MIROV BE Û LI HEV WISA BIKE?'    Taşkiran, anî ziman ku ji ber qutkirinê amûrên wan ên ceryanê sarinc, televîzyon û cilşo şewitîne û got, di vê germa havînê de klîmaya wan jî şewitiye û niha ji germa bêhna wê dernakeve.    Herî dawî Taşkiran got: "Meriv mirov be û li hev wisa bike?"    'ME HEYWANÊN XWE FIROTIN'    Davût Taşkiran ê 41 salî jî anî ziman ku bi vî awayî mirovên herêmê bi birçîbûnê re rû bi rû hiştine. Taşkiran, diyar kir ku kincên xwe dibin çemê bi qasî 3 kîlometreyan dûrî wan dişon û got: "Di vê germa havînê de li mala kesî av tuneye. Ji ber ceryan hatie qutkirin em nikarin avê ji bîrên xw ebikişînin. ev der gund e, her kes heywanan xwedî dike. Ava me ya xwarinê jî tuneye. Ji ber vê me heywanên xwe firotin."    Taşkiran ku got "Tiştên niha diqewimin ne sûcê DEDAŞ'ê ye sûcê dewletê bi xwe ye" got: "Gava DEDAŞ hat ceryana me birî, esker jî pê re hatin. Meaşê eskeran bi bacên me tê dayîn. Lê radibin piştgiriya zilma DEDAŞ'ê dikin. Ji dêvla ku dewlet piştgiriya gel ikira, radibe piştgiriya DEDAŞ'ê dike."    Mehmet Emîn Şan ê 26 salî jî bal kişand ser zor û zehmetiyên ku pê re rû bi rû mane û got: "Li mala me av tuneye, em bi tankêran ji çem tînin. Li malê ne ji bo me ne jî ji bo ehywanên me av tuneye. Em her roj tankêrek av tînin. Meheke ev zilm heye. Berpirsiyarê vê bi qasî DEDAŞ'ê hikûmet e jî. DEDAŞ qewetê ji hikûmetê digire. A tê kirin zilm e."    MA / Omer Akin