Li Efrînê li dijî hezar û 564 jinan sûc hatiye kirin 2020-06-09 11:20:56 EFRÎN - Endama Rêxistina Mafên Mirova Efrîn-Sûriyê Heyhan Elî, bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî sûcên Tirkiyê û komên girêdayî wê yên li ser sivîlan, nameze li ser jinan rexne kir û got: “Bêdengî dihêle ku dagirker sûcên xwe dewam bike.”   Endama Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê Heyhan Elî ji ANHA'yê re axivî û behsa pêkûtiyên hêzên Tirkiye û komên girêdayî wê yên li ser xelkê sivîl ên Efrînê û nemaze sepanên li ser jinan kir. Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ji Adara 2018‘an ve li dijî hezar û 564 jinan tundiya fîzîkî û dirûnî hatiye birêvebirin.   Aktîvîst Heyhan Elî behsa sûcên li dijî xelkê Efrînê kir û got: "Komên çekdar yên bi desteka Tirkiyê bajarê Efrînê dagir kirine komkujî û binpêkirinên xwe yên li dijî sivalên bi taybet li dijî jinan zêde kirine. Rêxistina me van binpêkirin, ji destdirêjî, revandin û kuştin belge dike. Di demên dawî de qetilkirina jina revandî ya bi navê Melek Nebîh a salî hate ragihandin. Dema ku bavê Melek xwestina wê bi xizmekî wî re ragihand ji aliyê komên çekdar ve hate revandin. Herî dawî di 7‘ê vê mehê qetilkirina wê bi awayekî hovane hate ragihandin."    ‘ZAROK BI ZORÊ TÊNE ZEWICANDIN‘   Elî da zanîn ku li gel revandin û qetilkirina jinên Efrînî, komên girêdayî Tirkiyê zarokan bi darê zorê dizewicînin, dema malbat fermanên wan bi cih nayinîn zextê li malbatên wan dikin û got: "Diyardeya zewicandina keçên biçûk li Efrînê belav bûye, ji ber malbat ditirsin ku keçên wan ji aliyê endamên komên çekdar ve werin revandin û astengkirin. Wekî rêxistineke mafên mirovî me tundiya fîzîkî û manewî ya li ser jinan belge kir. Dagirker rêbazên heqaret, lêdan, êşkencekirin û zewicandina zarokan bi kar tînin."   ‘BÊDENGIYA NAVDEWLETÎ DIHÊLE KU TIRKIYE SÛCÊN XWE DEWAM BIKE‘   Heyhan bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî sûcên Tirkiyê rexne kir û bang lê kir ku roleke çalak li ser erdê bilîze û helwestên xwe di dane raporan de tenê nehêle.   Heyhan Elî wiha got: “Em ê sûcên ku me belge kirine, bigihînin aliyên têkildar. Rastiyan bişopînin. Bersiva van tenê bi birîxistina raporan tê ku tenê xam li ser kaxezekê ye. Bêyî ku biryar an helwestên cidî li ser erdê pêk werin. Ev tişt dihêle ku komên çete û Tirkiye sûcên xwe dewam bikin.”   Heyhan Elî di dawiya axaftina xwe de bang li komîteya şopandina rastiyan û rêxistinên mafên mirovan a cîhanê kir ku derbasî girtîgehan bibin, sûcên ku lê têne kirin bi taybet ên li dijî jinan eşkere bikin.