Li 23 gundên Bedlîsê qedexeya operasyona eskerî didome 2020-06-09 12:33:41   BEDLÎS - Li 9 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve ya bi hêceta operasyona eskerî hatiye sepandin didome. Şêniyên gund ragihandin ku êmê sewalên wan nemane û nikarin sewalên xwe derxin derve.   Qedexeya derketina derve ya bi hêceta operasyona eskerî li gundên Dogrûyol, Keklîduzu, Bolukyazi, Kûşlû, Çayirbaşi, Çadirli, Dereagzi, Yolcûlar û Ilicak ên girêdayî navenda Bedlîsê hat ragihandin didome. Şêniyên gundan diyar kirin ku ew nikarin sewalên xwe derxin derveyî gund, êmên sewalên qediyaye û loma sewalên wan birçî mane.   Welatiyan ragihand ku li herêmê tevgera eskerî didome û dem bi dem dengê çekan tê û ew nizanin pevçûn qewimîne an na .     Walîtiya Bedlîsê ku qedexeya derketina derve ya li ser 19 gundan di 30’ê gulanê der agihandibû duh ango di 8’ê hezîranê de rakir.   Li aliyê din qedexeya derketina derve ya bi hêceta operasyona eskerî di 7’ê hezîranê de li 14 gund û mezrayên Tetwanê hat ragihandin didome.