KESK, DÎSK, TMMOB û TTB: Em xwe hînî nehiqûqiyê nakin 2020-06-09 13:17:58 ENQERE - DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê diyar kirin desthilatdariya AKP-MHP'ê mafê hilbijartin û hilbijêrbûnê tune dihesibîne, demokrasî ji holê rakiriye û got: "Em ê xwe hînî nehiqûqiyê nekin, li dijî vê helkeftê bin." Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyan a Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) li dijî danîna qeyûman a ser şaredariyan, hewldana guherandinê ya yasayên baro û odeyan daxuyaniyeke hevpar dan.   Daxuyaniya bi sernavê "Em ê xwe hînî nehiqiqûiyê nekin" hat belavkirin wiha ye:   "Di rewşeke wiha de ku ji ber pandemiya global a domdar beşekî berfireh ê civakê ketiye derdê aborî û arîşeyên civakî, bi gavên derî demokrasiyê û hiqûqê, bi projeyên li ser talana ekolojiyê û sirûştê, yên li ser rantê ku ti girîngiyê nadin hewcehiyên civakî, welate me ber bi qiraxa hendefan ve tê ajotin.   GIHAYE ASTA KU MIROV PÊ SERNIZMÎ BIBE   Ji peywir girtina şaredarên li ser kar û li şûna wan danîna qeyûman, bi binavkirina dewleta paralel bidawîkirina kampanyayên piştevaniyê yên ku şaredariyan dane destpêkriin, bi destwerdana li yasayên sazî û dezgehên pişeyî yên destûrî, bêkêrkirina wan, ji wekîltiyê xistina mirovên ku bi dengê gel ji bo parlamentoyê hatine hilbijartin û girtina wan û herî dawî girtina nûçegihanên muxalîf ji bo demokrasiya welatê me gihaye asteke ku mirov bê sernizmî bibe.   MAFÊ HILBIJARTIN Û HILBIJÊRBÛNÊ TINE TÊ HESIBANDIN   Em li dijî van hemû hewldanan in ku hişmendiya serweriya gel ji holê radike, heqê hilbijartin û hilbijêrbûnê tine dihesibîne, azadiya çapemeniyê binpê dike."